Hêzên YPG'ê Til Xelef û 5 gundên li derdorê rizgar kirin
Hêzên YPG'ê Til Xelef û 5 gundên li derdorê rizgar kirin
Hêzên YPG'ê Til Xelef û 5 gundên li derdorê rizgar kirin
Hêzên YPG'ê li dû rizgarkirina bajarê Til Koçer ê li ser sînorê Iraqê, ku xwedî girîngiyeke stratejîk e kontrola bajarokê Til Xelef û 25 gundên wê di nava 5 rojan de xist destê xwe. Til Xelef ji bo çeteyên El Qaîdeyê yek ji qadên girîng bû ku ji wê derê alîkarî ji Tirkiyê distendin.
Bajarokê Til Xelef ku 4 kîlometre dikeve Rojavayê Serêkaniyê û ev ji salekê zêdetire wekî baregehek komên çete dihat bikaranîn, ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ku ji cihê bûyerê bi dest ketine, hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” de şevê din li herêma Til Xelef çalakiyek berfireh li dar xistin.
Di çalakiyê de şevê din herêma Esfer Necar hate rizgarkirin. Di saetên serê sibehê de jî bajarokê Til Xelef bi temamî hate rizgarkirin.
Hat ragihandin, di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” re piştî rizgarkirina bajarokê Til Xelefê, 5 gundên li rojhilatê bajarok hatine rizgarkirin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku gundên rojihilatên Til Xelef, Ezîziyê, Til Erqan, Tiwemiyê, Herdan û Hemo hatine rizgarkirin. Hat hînbûn ku gundê Ezîziyê wek navendek girîng a komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) dihat bikaranîn û wan koman birîndarên xwe li vê herêmê derbasî Tirkiyê dikirin, cebilxane, alavên lojîstîk li ser gundê Ezîziyê ji Tirkiyê dianîn.
Hate zanîn di operasyonê de 3 wesayîtên komên çeteyan hatine rûxandin û wesayîtek cebilxane barkirî hatiye desteser kirin.
Li çavkaniyên YPG’ê depoya genim a Til Xelef ji aliyê komên DAIŞ’ê hatiye teqandine û ziyaneke mezin a madî li depoyê rû daye.
Asta yekemîn a operasyonên şoreşgerî ku di 1'ê Mijdarê de li herêma Serêkaniyê destpê kiribû, di 4'ê Mijdarê de bi dawî bûbû û kontrola 19 gundan hatibû bidestxistin. YPG'ê dabû xuyakirin ku armanca wan a di vê qonaxê de, ewlekirina rêya navbera Serêkaniyê û Til Temir bû.
Pevçûnên bi komên El Qaîde re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Kurd lê dijîn, bi taybetî ji nava meha Tîrmehê û vir ve giran bûne. 48 saet piştî êrîşa çeteyan a 16'ê Tîrmehê ya ji bo bidestxistina Serêkaniyê, hêzên YPG'ê bajar ji çeteyan paqij kiribûn.
Hêzên YPG'ê di 23'ê Cotmehê de dest bi pêngaveke nû kir. Di operasyonên şoreşger ên li Til Koçer û herêma Çilaxa ya Girkê Legê de, bajarê stratejîk Til Koçer û deriyê sînor hatibû rizgarkirin. Di 29'ê Cotmehê de jî herêma Çilaxa û Rimêlan bi temamî ji çeteyên El Qaîdeyê hatibû rizgarkirin.