Hêzên YPG'ê 2 gundên Serêkaniyê rizgar kirin
Hêzên YPG'ê 2 gundên Serêkaniyê rizgar kirin
Hêzên YPG'ê 2 gundên Serêkaniyê rizgar kirin
Di çarçoveya berdewama pêngava yekem a "Operasyona şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê" de ku hêzên YPG'ê dane destpêkirin, gundê Esediyê ku şêniyên wê kurdên Êzdî ne û gundê Bîr Nûh hatin rizgarkirin.
Berdevkê Fermî yê Ragihandina YPG'ê Rêdûr Xelîl ji ANHA'yê re diyar kir ku hêzên wan gundê Esediyê yê dikeve 7 kîlometrî başûrê Serêkaniyê, li ser rêya Hesekê ye û piraniya şêniyên wê Kurdên Êzdîne û gundê Bîr Nûh rizgar kirine. Her wiha gelek nuqte û bendên komên çete yên DAIŞ'ê û mezreyên herêmê ku çeteyên DAIŞ'ê tê de bûn xistine dest.
Xelîl destnîşan kir ku operasyona hêzên wan di çarçoveya berdewama pêngava yekem a "Opersyona şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê" pêk hatiye û di encamê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne.
Xelîl dazanîn ku çeteyên ji herêmê reviyane berê xwe dane gundê Til Xelef û Esfer Necar.
YPG'ê pêr jî di pêngava yekem a "Opersyona şoreşgerî ya şehîdên Serêkaniyê" de 7 gund, gelek bend û noqteyên leşkerî rizgar kiribû. Her wiha gelek çek û wesayît jî hatibûn desteserkirin.