Hêzên Rejîmê dubare navenda bajarê Helebê dorpêç kirin

Ji ber êrîşên hevpar ên hêzên hîzbûlah û Artêşa Ereb a Sûriyeyê ya li dijî Heleb ê kû weke navenda bazirganî û duyem bajarê mezin ê Sûriyeyê ye, carekî din agahiyên muxalefeta di nav bajêr de bi derve re qût bûye.

Komên girêdayî ASA ya ku li beşekî navenda bajarê Helebê de mene bi girtina xeta Başûr re kete nava dorpêçê.

Çavkaniyên herêmî dan diyarkirin ku li Helebê li der dora herêmên leşkerî û Dibistan Topavêjan ya ku hêzên li dijî rejîmê bi kar tanîn, dûh şev rejîm û Tugayên Qudus êrîş dan destpêkirin. Piştî şerê ku danê sibehê der ket û şûn de komên girêdayî ASA gelek cih valekirin ji der dora Dibisan Topavêjan der ketine. Hat ragihandin ku di saetên şevê de Artêşa Ereb a Sûriyeyê û Muftî xeta Başûrê navenda bajarê Helebê bi temamî kontrol kirin. Rejîm a ku serweriya xwe ya li ser herêmên xeta navîn a leşkerî ji sêyan duyê wê dike, xeta Başûr ji navenda bajêr cuda kir.