Heyeta Danîmarkayê çû serdana Kantona Cizîrê
Heyeta Danîmarkayê çû serdana Kantona Cizîrê
Heyeta Danîmarkayê çû serdana Kantona Cizîrê
Heyeta Parlamentoya Danîmarkayê ku hatiye Rojava serdana Navenda Hevserokatiya Herêma Cizîrê kir.
Heyeta Parlamentoya Danîmarkayê ji bo şopandina rewşa Rojava di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî herêma Cizîrê bû. Şande ji Parlamenterê Danîmarkayê û berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep a Danîmarka Nicolas Philo Missin, endama Parlamentoya Denmarka û endamê bêrê yê Parlamentoya Ewrûpayê Source Sunder Carl, nûnerê Meclîsa bajarê Copenhagen Alan Ehmed, endamên komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Danîmarkayê Sayuar Dêrikî û Îbis Tass pêk tê.
Heyet piştî ku derbas bûn çû serdana Kampa Newroz û bi koçberên Şengalê re hevdîtin kirin. paşê ji bo nasîna sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk ji nêz ve çû serdana Navenda Hevserokatiya Herêma Cizîrê a li bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê û bi wan re rayedarên Meclîsa Zagonsaz a herêmê hebûn.
Heyet ji aliyê Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî û rayedarên hevserokatiyê hat pêşwazîkirin. Di serdanê de her du aliyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û der barê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û armancên ji avakirina Neteweya Demoratîk de nîqaş hatin kirin.Ji aliyê xwe ve Parlamenterê Danîmarkayê û berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep a Danîmarkayê Nicolas Philo Missin wiha got: "Em bi şoreşa Rojava re ne. Em hemû astengiyên ku di aliyê parastina herêmên xwe de dîtin, di ber çavan re derbas dikin."
Philo Missin diyar kir ku armanc ji vê serdana wan e ku rewşa Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve bişopînin û got: "Çavên tevahiya cîhanê li şoreşa Rojava û serkeftinên wê ye. Me xwest ku bibin şahidên vê rastiyê û wê bigihînin aliyên têkildar da ku piştgiriya Rojava bikin û ji bo Rojava riyên mirovahiyê vekin."
Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî ji heyetê re girêdayî şoreşa Rojava û nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî. Şêx Deham wiha anî ziman ku dixwazin bi nerîneke nû dengê xwe bigihînin cîhanê û got: "Em li hemberî hemû dijminan ku hewl didin şoreşa me têk bibin, em xurt in û em ê heta serkeftinê tekoşîna xwe bidomînin."
Himêdî Deham wiha axaftina xwe dewam kir: "Di şoreşa Rojava de em hewl didin ku guhertineke bingehîn çêbikin. Ev yek jî di rêya belavkirina zanebûnê û bidawîkirina hişmendiya nîjadperestî û şerê navxweyî çêdibe."
Şêx Himêdî Deham El-Hadî ji şandeyê re bal kişand ser raman û felsefeya Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dixwaze demokrasî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bê cudahî pêk bîne. Tê payîn ku Heyeta Parlamentoya Danîmarkayê serdana saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêma Cizîrê bike.