Heyeta Banga Cenevreyê bi Hevserokên KCK’ê re hevdîtin pêk anî
Heyeta Banga Cenevreyê bi Hevserokên KCK’ê re hevdîtin pêk anî
Heyeta Banga Cenevreyê bi Hevserokên KCK’ê re hevdîtin pêk anî
Heyeta Banga Cenevreyê li Qendîlê bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê û nûnerên Hawparê re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta ji Seroka Banga Cenevreyê Elîsabeth Decrey Warne û Dîrektorê Banga Cenevreyê Ankî Sjoeberg pêk dihat çû Qendîlê, Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê û nûnerên Hawirdorparêz (Hawpar) ku di mijara paqijkirina mayînên Herêmên Parastinê yên Medya de xebatan dimeşîne hevdîtin kirin. Heyet destpêkê bi Hevserokên KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik re hate cem hev.
Hevseroka KCK’ê Besê Hozat geşedanên siyasî-rojevî yên li ser pergala Heyeta Banga Cenevreyê nirxand û bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê ya ketiye du mehan. Hozan diyar kir ku bi berxwedana YPG-YPJ û gel re Kobanê neketiye û da zanîn ku îro hêzên demokrasiyê yên cîhanê li dora Kobanê civiyane. Besê Hozat di nirxandina xwe de diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide her cure êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û Rojava. Hozat bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê bi tasfiyekirina pergala xweser a demokratîka bi pêşengiya gelê Kurd pêk hatiye, re mijul dibe û AKP bi van polîtîkayên xwe niyeta xwe ya di çareseriya pirsgirêka Kurd û êrîşên li dijî HDP’ê de nîşan daye. Hozat got: “Siyaseta înkar-îmhayê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan êdî îflas kiriye. Bi konsepta şerekî topyekun bikeve dewreyê jî ne Kurd wê AKP û Tirkiye winda bike."
Seroka Banga Cenevreyê Elîsabeth Decrey jî berxwedana gerîlayên PKK’ê ya li Şengalê ku Êzîdî ji êrîşan rizgarkirin, gelek girîng e û got ku heviya wê ev e ku di demeke nêz de PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
TIRKIYE LI DIJ RÊBAZÊ ŞER TEVDIGERE
Piştî nêrînên siyasî li ser bikaranîna mayînên bejayî û mijarên ku divê zarokên 15 û di bin 15’yî de li qadên şer nebin axivîn. Cemîl Bayik diyar kir ku di nuqteya rêbazên şer de li gorî krîterên qada navneteweyî tevdigerin, lê dewleta Tirk li dij rêbazên şer bombeyan bikar tîne. Bayik wiha berdewam kir: “Ji sînorê Oramarê bi obus û mîsketan bombeyan diavêjin. Ji zarok û jinên ku ji şîdeta dewletê direvin û tên KCK’ê hene. Em wek rêxistineke ku têkoşînê dimeşînin wan diparêzin. Di heman demê de zarokên li welatên rejîmên kapîtalîst hînê tiştên nebaş ên wekê bikaranîna tiryak, fihûş û tecawizê dikin. Ji ber vê jî ciwan têkoşîna azadiyê wek rêbaza xilasbûna ji destê pergala kapîtalîst dibînin. Zarokên tevlî me dibin em wan ji qadên şer dûr digirin, li cihên bi ewle perwerde dikin û derfetên jiyanê didin wan. Dewleta Tirk propagandaya wekê ku PKK’ê zarok revandine kir. PKK’ê zarok nerevandine. Di encama van propgandaya wan de derket holê ku zarok ketine destê çeteyên tiryakê.
DIVÊ STANDART BÊN BILINDKIRIN
Di hevdîtinê de mijareke din a hat nîqaşkirin jî wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî şîdetê bû. Besê Hozat, diyar kir ku xebata di vê mijarê de ya Banga Cenevreyê gelek girîng e, lê ji ber ku ev taahutnameya di vê mijarê de ji rêbaz û standartên Tevgera Azadiya Jinê de şûndetir maye ew Îmze nekirine. Elisabeth Decrey Warner got ku di vê mijarê de dixwazin standartên xwe bilindtir bikin.
BI RAYEDARÊN HAWPARÊ RE HEVDÎTIN
Heyetê piştre bi nûnerên Hawparê Sabir Hasan û Hemîn Dêrsim re hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de Sabir Hasan diyar kir ku tevî teknîka kêm a di destê wan de xebatên paqijkirina mayînan berdewam dikin û ji bo wan a girîng herêmên ku sivîl, lê dijîn paqij bikin.
Sabir diyar kir ku balafirên şer ên Tirk di 2012’an de bombeya napalm avêtin Herêmên Parastinê yên Medya û tevî di ser de du sal derbas bûye jî bombeyek ji wan hê dişewite.
Piştî hevdîtinê heyet ji qadê veqetiya.



