Hewldana 78'an di nobeta berxwedanê de ye
Hewldana 78'an di nobeta berxwedanê de ye
Hewldana 78'an di nobeta berxwedanê de ye
Hewldana 78'an tevlî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê bû. Hewldana 78’an a malbatên girtiyên ku di zîndana Amedê de jiyana xwe ji dest dan jî piştgiriyê didinê, wê bi endamên xwe yên ji 22 herêman nobetê bigirin.
Berxwedana mezin a li hember çeteyên DAIŞ ku dikeve roja 65'an, endamên Hewldana 78’an hatin sînor û tevlî çalakiya nobetê bûn. Endamên Hewldana 78’an ên hatin gundê Mehser ê nobet lê tê girtin, li vir “Konê piştevaniya bi Kobanê re” vekirin” û daxuyaniyek dan. Hewldanê li hin deverên gund ku pankartên li ser wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê û şoreşgerên Tirkiyeyî hene daliqandin, dirûşmên, “Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê " gotin.
Endamê Desteya Rêveber a Tirkiyeyê ya Hewldana 78'an Vahît Akgun, got, "Em wek hewdana 78’an li tevayî Tirkiyeyê bi endamên xwe yên ji 22 herêman, di organîzasyonên ji bo piştgiriya Kobanê bi şev û roj di nav de cih bigirin û nobetê bigirin.”