Hevserokên HDP'ê bang li AKP'ê kirin: Dîwarê şermê rawestînin
Hevserokên HDP'ê bang li AKP'ê kirin: Dîwarê şermê rawestînin
Hevserokên HDP'ê bang li AKP'ê kirin: Dîwarê şermê rawestînin
HDP'ê da xuyakirin ku bi "dîwarê şermê" re tê xwestin gelê Kurd careke din were perçekirin û banga "Dîwarê şermê rawestîne, ji bo çareserî û aştiyê gavê biavêje" li hikûmetê kir.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, der barê dîwarê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Tûncel û Kurkçu diyar kirin ku "dîwarê şermê" hewldaneke ji bo perçekirina gelê Kurd e û gotin, "Li dijî vê rewşa nayê qebûlkirin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ev 5 roj in li qada mayinkirî di rojiya mirinê û nûnerên gel ên BDP'yî di grêva birçîbûnê de ne. Em li gel wan in. Piştgiriya me ji bo wan e.
Li dû 1. Şerê Cîhanê hêzên mêtînger di nava Kurdan de mayin çandin û têl bicih kirin. Niha jî dixwazin di nava gelê Kurd de dîwaranan lê bikin. Ev "dîwarê şermê" yê AKP hewl dide lê bike, li dijî hemdemî, li dijî hişmendî û li dijî demokrasiyê ye. Li dijî ruhê demê ye. Nîşaneke nêzîkatiya AKP'ê ya li pêvajoyê ye."
Hevserokên HDP'ê ragihandin ku AKP bi biryardarî naxwaze rastiyekê bibîne û fêm bike û gotin, "Haya civaka Kurd îro ji hebûna xwe heye. Hebûna xwe bi dayîna berdêlên mezin nîşanî tevahiya cîhanê daye. Daxwaza xwe ya azadî û wekheviyê ji her kesî re vegotiye. Ya herî girîng jî, ne pevçûn yekitiya di nava xwe de pejirandiye. Têkilî û pêwendiya hest û ramanê ya gelê Kurd ê li her du aliyên sînor ev e. Ew rewşa ji hev qut, ji hev xerîb, li dijî hev polîtîka dimeşandin, li dû xwe hiştin. Dîtina vê pêşketin, vê guherîn û veguherînê, rêya bingehîn a pêşerojeke demokratîk a bi gelê Kurd re ye."
'TAVILÊ LÊKIRINA DÎWAR RAWESTÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîwarên gelan ji hev qut dike ti carî mayînde nebûne û hat destnîşankirin ku ev dîwar jî dê ji aliyê gelan ve neyê qebûlkirin.
Hevserokên HDP'ê bal kişand ser girîngiya gavavêtina ji bo aştî û çareseriyê, pêşxistina muzakereyan û gotin, "Yên li Kurdistana Sûriyê dijîn ne dijminê me ne, dostên me ne, xwişk û birayên me ne." Hevserokên HDP'ê ev bang li AKP'ê kirin, "Em bang li Hikûmeta AKP'ê dikin: Lêkirina vî dîwarê şermê tavilê rawestîne. Ji bo çareserî û aştiyê gavê biavêje."