Hevserokên Giştî: Dewlet li pişt êrîşa Êlihê ye
Hevserokên Giştî: Dewlet li pişt êrîşa Êlihê ye
Hevserokên Giştî: Dewlet li pişt êrîşa Êlihê ye
Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, Hevserokê KCD’ê Ahmed Tirk û Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu êrîşa ku têpayîn ku endamên HUDA PAR’ê pêk anîne nîrxandin û dan diyar kirin ku êrîş rastî hevdîtinên AKP û HUDA PAR’ê ya ji berî hefteyekê hatiye.
KIŞANAK: ÊRÎŞ BI ALÎKARIYA DEWLETÊ Û ORGANîZE KIRIYE
Hevseroka Girtiya BDP’ê Gultan Kişanak ji Sterk Tv re axivî û da diyar kirin ku bûyera ku li Amedê pêk hatî ku bûyî sedem ku Ozcan Temel jiyana xwe ji dest bide û pêşketinê li Rojhilata Navîn çêdibin ji hev ne cuda neye.
Kişanak destnîşan kir ku dixwazin li Bakûrê Kurdistanê xebatek wek ya çetêyên ku Rojhilata Navîn xistin gula xwînê û li Rojavayê Kurdistanê êrîşî gel dikin bidin meşan din û got: “Êrîş rastî hevdîtinên dinavbera AKP û HUDA PAR’ê yên ji beriya hefteyekê hat.”
Kişanak destnîşan kir ku êriş bi orgazekirî û alîkariya dewletê pêkhatiye û divê demek ji ya din zûtir HUDA PAR û AKP a nêzî hev kujeran diyar bike û vê cinayetê rûnî bike û kiryarên wê diyar bikin.
Kişanak got: "Em naxwazîn ev bûyer vegere şer, divê demek ji ya din zûtir kujer bêm diyar kirin.”
Kişanak, bang li gelê Kurd kir ku xwe bi parêze û wiha got: “Gelê Kurd ne gelê sala 90’ê ye. Bi rêxistîn kiriye û wê van hemû êrîşan vale derbixwe.”
Hevserokê KCD’ê Ahmet Tirk ji gelê Kurd û malbara Temelê jiyana xwe ji dest dayî re sersaxî xwest û êrîş şermezar kir.
Tirk, êrîşên Hizbil-Kontra bi bîrxist û da diyar kirin ku hinek dixwazin bûyerên berê ji nûde bidin jiyan kirin.
Tirk, desnişan kir ku êriş ji pêvajoya çareseriya demokratîk ne cûdeye û got: “Hêzên ku dixwazin Kurdan bê statû bihêlin, ji nûde Kurdan bi hevdayîna şerkirin, di xwazin aktor bûna Kurdan ya li Rojhilata Navîn asteng bikin.
Tirk, da diyar kirin ku divê gelê Kurd ji demê derbasbûyî dersan derbixwe û banga hestyariyê kir.
KURKÇU: ÊRÎŞ DEST DIRÊJIYA SIYASETA DEWLETA TINEKIRINÊ Û ÎNKARÊ YE
Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu jî ji malbata Temel re sersaxî û ji kesên birîndar re jî şifa xwest. Kurkçu destnişan kir ku Temelê jiyana xwe ji destdayî û kesên birîndar parêzvanên maf û hûquqê bûn.
Kurkçu diyar kirin ku bûyer provoksiyonekî ya HUDA PAR’a di herêmê de nayê pejirandin e.
Kurkçu destnîşan kirin ku bûyer piştî serdanên Erdogan ya herêmê pêk hatiye û got: “ Divê hikûmet kujeran diyar bikin û raste rast bi bûyerê re mijol bibin yan wê bibin şirîkê cinayetê.”
Kurkçu balkişand li ser zimanê HUDA PAR’ê yê piştî kongreya HDP’ê û anî ziman ku zimanekî bi terîk bi kar tînîn û wiha pêde çû: “Diyare ku ev hêzane ji têkoşina demokratîk a gelan acizin, di mehên bûrî de li zanîngeha Dicleyê bûyerên provokasyon yên hatin pêkanîn û êrîşên li Şirnex pêk hatin esil de ji pêşketinê BDP’ê û hêzên demokratîk yê herêmê acizin. Ev bûyer hemû bûyerên lokalî nînin, bi plan û organîze kirî û milê xwe yê siyasî hene.”
Kurkçu destnîşan kir ku Elih bajerekî di aliyê bûyerên Hizbil-kontre ve hatiye naskirin û wiha got: “dewlet di xwaze li Kurdistanê bi siyaseta xwe ya înkar û tinekirinêji nû de êrîşên Hizbil- Kontra pêkbîne.”