Hevdîtinên bi Ocalan re bûn pirtûk
Hevdîtinên bi Ocalan re bûn pirtûk
Hevdîtinên bi Ocalan re bûn pirtûk
Hevdîtinên ji 3’yê Çileya 2013 ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên, nameyên Ocalan nivîsandine û peyamên şandine bi sernava “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad -Nîşeyên Îmraliyê” bû pirtûk. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hate weşandin û wê di rojên pêş de li Ewropayê bigihe destê xwendevanan.

Hevdîtinên ji 2013 ve ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên bû pirtûk. Dîyalog û mûzakereyên bi hemleya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” hatine destpêkirin, hevdîtinên bi heyetên HDP’ê re, name û peyamên ji aliyê Ocalan ve hatine şandin bûn pirtûk. Pirtûka bi navê “Nîşeyên Îmraliyê wê di rojên pêş de bi rêya Weşanxaneya Mezoptamyayê bigihe ber destê xwendevanan. Pitûk ji aliyê Akademiya Zanîstên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hate amadekirin.
Weşanxaneya Mezoptamyayê ji Sibata 1999’an ve gelek xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berhev kir, kir pirtûk û gihand ber destê xwendevanan. Weşanxaneyê vê carê jî “Nîşeyên Hevdîtinê”, name û peyamên Ocalan ên ku xwedî girîngiyeke siyasî û dîrokî ne, kir pirtûk û digihîne ber destê xwendevanan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi nêrîn û ramanên xwe yên di pêvajoya di girtîgehê de, di rêza pêşî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn de cih digire, piştî peyama xwe ya Newroza 2013'an ve di rojeva cîhanê de cihekî girîng digire.
Pirtûka Ocalan a bi navê “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad -Nîşeyên Îmraliyê, ku wê di rojên pêş de bigihe ber destê xwendevanan, bersiva pirsên “Li Girava Îmraliyê çi tê axaftin? Gelo bi rastî jî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê aştiyê dixwazin? Bersiva daxwaz û hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê tê dayin?” û weke din, tê dayin. Ji ber vê jî pirtûk xwedî girîngiyeke polîtîk û dîrokî ye.
Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de “Nîşeyên Hevdîtinê” hene. Di vê beşê de hevdîtinên parlamenterên HDP’ê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata re roja 3’yê Çileya 2013'an bi Ocalan re pêk anîne, bi sernava “20 sal in ji bo aştiyê dixebitim” cih digirin. Beşa yekemîn ji van sernavan pêk tê:
Me ev pêvajo daye destpêkirin (18 Adar 2013, Pêvajoya Normalbûnê hemû pêkhateya KCK’ê digire nava xwe (7'ê Hezîrana 2013), Ez Kilîdên Dehlîzên Tarî vedikim û dimeşim (17'ê Tebaxa 2013), Ger Hevrikiya li dijî Kurdan bidome wê Şer pêk bê (9'ê Mijdara 2013), Em bi Biratiya Dîrokî û Çandî Nêzî Ermeniyan dibin (11'ê Çileya 2013), Em Feraseta Erdoganê Otorîter û AKP’ya Hegemonîk qebûl nakin (1'ê Hezîrana 2014), Muzakere tê Wateya Qanûnîkirina Mafên hemû Hemwelatiyan (16'ê Hezîrana 2014), Siyaset Pêşbînî ye (15'ê Tebaxa 2014)
Di beşa duyemîn de jî nameyên Ocalan ji Konseyên Rêveber ên PKK-KCK, HPG, Hevserokatiya KONGRA-GEL, Rêveberiya KCK’ê ya Ewropa, Desteya Rêveber a KJB, Desteya Rêveber a PAJK, Rêveberiya BDP’ê re şandine cih digire.
Di beşa sêyemîn de jî peyamên Ocalan cih digirin. Beşa sêyemîn ji peyama Ocalan a ji bo Newroza 2013 destpê dike. Di vê beşê de ev peyamên Ocalan cih digirin: Newroza Azadiya Mazluman Pîroz be (21'ê Adara 2013), Peyama ji bo Kongreya Demokratîk a Îslamê ya Kurdistanê (24'ê Nîsana 2014), Peyama ji bo Kongreya BDP’ê û Peyama ji bo Kongreya HDK-HDP (25'ê Nîsana 2014).