Xebatkara DÎHA Pervîn Yerlîkaya Babîr a di 7. rûniştina “Doza Çapemeniyê ya KCK”ê de parastina xwe kir got, "Hevdîtinên ku li vir wek sûc tên dîtin, hevdîtinên di fermiyeta ajansekê de ne û ev rewa ne.”
7. rûniştina “Doza çapemeniyê ya KCK”ê ya 20 jê girtî 46 rojnamevan tên darizandin bi kombûna sêyemîn li 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam dike. Di doza ku Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel wek şopdar beşdar bû, nûçegihanê berê yê DÎHA Murat Eroglu û xebatkara DÎHA ya karê muhasebeyê dikir Pervîn Yerlîkaya Babîr parastina xwe kirin.
Eroglu diyar kir ku ji bo di çapemeniya kurd de kar dikin û nûçeyên rast çêdikin têne dadgehkirin û wiha axivî: “Gelek hevalên me li pey rastiyan meşiyan. Gulle xwarin, li kolanan hatin qetilkirin. Ranewestiyan. Hevalên ku beriya me ev kar dikirin rêya me vekirin û ronî kirin. Sûce me şopandina heqîqetan e.”
Piştî Eroglu Pervîn Yerlîkaya Babîr a di DÎHA de bi karê muhasebeyê re mijûl dibû parastina xwe kir. Babîr a bi zaravayî dimilkî parastina xwe kir, got ku ew tevlî parastina Ertûş Bozkurt ê li ser navê tevayî rojnamevanan parastina hevpar kiriye dibe. Babîr der barê hevdîtinên telefon û maîlên ku wek delîl di îdîanameyê de tên nîşandan got, “Ev qet ne sûc in. Wezîfeya min a ajansê muhasebe ye û tevayî hevdîtinên telefonan û maîl bi karê min re eleqedar e. Hevdîtinên li vir wek sûc tên dîtin hevdîtinên ku di fermiyeta ajansekê de ne tên kirin in. Û ev rewa ne.”
Tê payîn ku piştî navbera nîvro doz bi parastina Eylem Surmelî ya bi awayekî ne girtî tê dadgehkirin berdewam bike.