Hesen: Divê her kes destekê bide vê berxwedanê
Hesen: Divê her kes destekê bide vê berxwedanê
Hesen: Divê her kes destekê bide vê berxwedanê
Wezîrê Parastina Cewherî ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku DAIŞ gefek li tevahiya cîhanê ye û got, "Lewma divê her kes li dijî DAIŞ'ê têbikoş e. Li hemberî ve rêxistina çete ya exlaq, sînor û însaniyetê nas nake, girînge her kes destekê bide." Hesen da xuyakirin ku gefa DAIŞ'ê ya li hemberî sivîlan deqwam dike û got, "Li dijî gelê me yê li ser sînor bi hawanan êrîş kirn. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Zarokan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes birîndar bûn. Hînê çekên giran tên bikaranîn. Heta ku korîdorek ji Kobanê re neyê vekirin, wê ev gefa li ser sivîlan dewam bike. Lewma em banga xwe dubare dikin. Wekî din, bajarê me veguherî xirbeyekî. Divê raya giştî û dewletên navneteweyî vê bibînin û destekê bidin."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê du meh li dû xwe hiştin. Berxwedana Kobanê ya li hemberî van êrîşan jî bênavber dewam dike. Wezîrê Parastina Cewherî ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen, rewşa heyî, êrîşên DAIŞ'ê û berxwedana li dijî êrîşan ji ajansa me re nirxand.
Wezîr Hesen da xuyakirin ku şer ne şerekî du mehan e û got, "Şerê Kobanê salek û şeş meh li dû xwe hişt. Beriya niha gelek caran Cephet El Nûsra, Ahrar-i Şam û gelek komên din êrîşî Kobanê kirin. Ev sal û nîveke dor li Kobanê hatiye girtin. Kobanê ji pêwîstiyên bingehîn av, elektrîk û bazirganiyê bêpar hatiye hiştin. Ev şerê du mehan, xwe dispêre vê paşerojê. Ez êrîşên li hemberî Kantona Kobanê weke şerekî DAIŞ'ê nabînim. Em DAIŞ'ê weke şaxeke hevpar a navneteweyî dibînin. Ji gelek deverên cîhanê şirîkên vê şaxê hene. Ji Afganîstan, Çîn, Erebîstana Siûdî, Sûdan, Tirkiye û ji gelek deverên din şirîkê vê hene. Di vê rêxistinbûyînê de destê gelek dewletan heye. Mînak ji rejîma Baaas û Tirkiyeyê destekek mezin girtin. Cesareta êrîşa li hemberî Kobanê jî ji wir girtin."
Hesen da xuyakirin ku ew du meh in li ber xwe didin, windahî dane, lê DAIŞ'ê li Kobanê tiştek bi dest nexistiye.
'JI BO PARASTINA NETEWEYÎ BINGEH AVA BÛ'
Hesen da xanînk u berxwedana Kobanê nîşan dide wê ji bo yekîtiya Kurdan bibe mînakeke girîng û destnîşan kir ku li ser berxwedana Kobanê, ji bo avakirina hêzeke parastinê ya neteweyî, bingeh ava bûye. Hesen got, "Divê êdî her kes Kurdan bibîne û nas bike. Lê ne mîna berê, ne bi çavê berê. Divê ne weke dijminên Kurdan ên li derdorê li Kurdan binêrin. Ji ber ku ew Kurdan weke terorîstan bi cîhanê didin naskirin. Lê belê di berxwedana Kobanê de Kurdan nîşanî tevahiya cîhanê da ku çawa li dijî terorê têdikoş in û dixwazin terorê ji holê rakin. Yên li dijî terorê şer dikin Kurd in. Yên demokrasî û wekheviyê diparêzin Kurd in. Divê cîhan bibîne ku li hemberî DAIŞ a kesî nekarî xwe li ber bigire, YPG/YPJ'ê bi hêzeke biçûk sekinî. Pêwîste bê dîtin ku vîna gelan têkoşîneke bi çi rengî dimeşîne."
'DAIŞ GEFEK LI TEVAHIYA CÎHANÊ YE'
Hesen ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê gefek li tevahiya cîhanê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger ev yek gefek li her kesî ye, hingî ji bo ji holê rakirina wê jî divê her kes têbikoş e. Li dijî vê rêxistina çete ya exlaq, sînor û însaniyetê nas nake, divê her kes destekê bide. Ji ber vê yekê em bombebaran balafiran rast dibînin. Dema Kobanê ew berxwedana mezin nîşan da, hat xwestin ku destekek bi vî rengî bê dayîn. Desteka hat dayîn jî di cih de bû."
'EM DIKARIN BÊJIN KU BI HEZARAN KES MIRIN'
Hesen diyar kir ku hejmareke zelal a kuştinên çeteyên DAIŞ'ê yên di berxwedana Kobanê de li ber destê wan nîne û got, "Di navbera hatina wan a destpêkê û hatina niha de cudahî hene. Bi dizanin ku bi hezaran e. Lê berî bên Kobanê, li gorî gelek agahiyên îstîxbarî, bi 8 hezar kesî êrîş kirin. Eger ew hêz îro li ser piyan bûya, dijwariya pevçûnan wê cuda bûya. Em dikarin bêjin ku bi hezaran ji wan hatine kuştin. Li vir gelek endamên wan hatin kuştin."
REWŞA SIVÎLAN Û HILWEŞÎNA BAJÊR
Hesen da xuyakirin ku gefa DAIŞ'ê ya li hemberî sivîlan hînê dewam dike û der barê rewşa sivîlên li nava bajêr de ev agahî da: "Çend roj berê bi hawanan êrîşî gelê me yê li ser sînor kirin. Li vir gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Zarokan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn. Hînê çekên girant ên bikarnîn. Heta ku korîdorek ji Kobanê re neyê vekirin, gefa li ser sivîlan wê dewa bike. Divê raya giştî û dewletên navneteweyî vê bibînin û destekê bidin. Hawan, top, bombebaran û teqînan li bajêr ji xwe rê li ber hilweşîneke mezin vekirin. Kobanê ji xwe di bin ambargoyê de bû. Niha bi deh salan bi paş ve çû. Eger ji qada navneteweyî destek neyê, wê rewşa sivîlan nebaştir bibe. Ji ber ku beşeke mezin a gelê me yê koç kiriye, di binê konan de dijî."
Hesen axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: "Bang li ciwanên Kobanê dikim ku bên li cem YPG/YPJ'ê tevlî berxwedanê bibin. Her wiha ji tevahiya malbatên şehîdên me re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim."
