Hejmara binçavkiriyên ji ber êrîşa li Êlihê derket 15'an

Hejmara binçavkiriyên ji ber êrîşa li Êlihê derket 15'an

Hejmara kesên ji ber êrîşa pêr a li taxa Petrolê ya Êlihê, ku di encamê de ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bû, hatin binçavkirin derket 15'an.

Lêpirsîna der heqê êrîşa li hemberî daweteke li Êlihê ku tê gotin ji aliyê endamên Huda-Par'ê ve hatiye kirin, ku di encamê de bavê du zarokan Ozcan Temel ê 26 salî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn, dewam dike.

Piştî ku di êvara bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin, hat hînbûn ku heta niha di çarçoveya lêpirsînê de hejmara binçavkiriyan derketiye 15 kesan. Tê payîn îfadeya kesên binçavkirî îro temam bibe.