Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyê gelekî girîng e û wê çareseriya pirsgirêka Kurd bi leztir bike. Bayik diyar kir ku AKP û CHP ji bo li Tirkiyeyê tevgereke demokrasiya rastîn dernekeve holê ji bo roja destpêkê ve êrîşî HDP'ê kirine û got, "Ger ku bi berfirehî xwe bi rêxistin bikin û dakevin kuçe û gundan wê demê dê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand û destnîşan kir ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyê alternatîfeke û wê çareseriya pirsgirêka Kurd leztir bike.
Bayik der barê HDP'ê ve nirxandin kir:
"Partiya Demokrasiyê ya Gelan kongreya xwe pêk anî û hevserokên xwe hilbijart. Em ji HDP’ê û hevserokên wê re serkeftinê dixwazin.
Li Tirkiyeyê hewceyî bi partiyeke demokrasiya radîkal ku hemû hêzên demokrasiyê bi berfirehî li bin banê xwe de bîne cem hev hebû. Lê belê partiyeke bi vî rengî li Tirkiyeyê hemû nijad û baweriyan li ser bingeha yekitiya demokratîk dikare Tirkiyeyekê ava bike. Civakên olî û nijad li dijî ruh û berhevkarên meclisa avakar a komara yekemîn li derve hatin hiştin. Ji bo kurdan û civakên cuda tê wateya avakirina komara otorîter a qirkirina çandî. Ev komar her ku çû hat asta saziyek komara faşîst.
'JI BER HÊZÊN DEMOKRATÎK LI HEV KOM NEBÛN, AKP DI SALÊN 2000 DE HAT SER DESTHILATDARIYÊ'
Vê komarê çepgiran bi çewisandinê re rû bi rû hişt, kurd di qirkirinê re derbas kir û aliyên îslamî jî di nava pergalê de helandin. Xwestin di serî de elewî, hemû civakên nijad û baweriyên cuda di nava Tirk-Îslamê de bihelînin.
Kurd û sosyalîst li hemberî vê saziya faşîst û otorîter li ber xwe dane. Bi taybetî jî di van 40 salên dawî de kurd û hêzên çepgir têkoşînek girîng meşandine. Bi dayîna bedelên mezin di aliyê azadî û demokrasiyê de civakbûyînek afirandiye. Lê belê ji ber ku hêzên demokrasiya radîkal li derdora bernameyek demokrasiyê kom nebûne, ji ber ku di salên 2000’an de AKP’ê ev yek nirxandiye hatiye desthildariyê. Rûyê AKP’ê yê ji xwe re demokrat û ji xwe re misilman di van 12 salên derbasbûyî de bi awayekî aşkera derketiye holê. Di dema desthilatdariya AKP’ê de hatiye dîtin ku demokrasiya rastîn dê bi tevlibûna kurdan a nava demokratên radîkal pêk were. Hatiye dîtin ku AKP ji xapandin û mijûlkirinê pêvetir tu tiştekî din nake.
'AKP Û CHP ALTERNATÎFEKE XWE NAXWAZIN, LEWMA DI ROJA DESTPÊKÊ DE ÊRÎŞÎ HDP'Ê KIRIN'
Li Tirkiyeyê bi awayekî lezgînî hewceyî bi tevgereke demokrasiyê heye. AKP û CHP ji bo li Tirkiyeyê tevgereke demokrasiya rastîn dernekeve holê çi ji destê wan tê dikin. Bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê mehkûmî AKP-CHP’ê bikin. Bala we jî kişandiye avabûna HDP’ê û ketina wê ya meclisê herî zêde AKP û CHP’ê aciz kiriye. CHP xwe wekî alternatîfa tekane ya muxalîf dide nîşan dan, AKP jî HDP’ê wekî mirî welidiye nirxandiye.
Şêwirmendê serokwezîr hêj di roja ewilî de bi şîroveyên xwe hewl daye ku îtibar û bandora HDP’ê têk bibe û ev îsbata vê yekê ye.
Wextê ku HDP bi pêş bikeve wê demê CHP nikare xwe wekî alternatîf nîşan bide û ev rastiya wê ji holê radibe. AKP jî di nava tirsa ku dê polîtîkaya wê ya xapandin û mijûlkirinê têk biçe de ye. Ji ber vê yekê ji ketina HDP’ê ya nav meclisê gelekî aciz bûne.
'HDP DÊ TÊKOŞÎNA KURDAN LAWAZ NEKE, BEREVAJÎ DÊ ÇARESERIYÊ BI LEZTIR BIKE'
Hêzên ku dixwazin hêza demokrasiyê ya kurdan bikin wekî pêveka AKP’ê ji HDP’ê aciz in. Bi gotinên wekî ku bi HDP’ê re vîna siyasî ya kurdan ji holê rabe, rêxistiniya hêza siyasi ya kurdan lawaz bibe dixwazin dubendiyê bixin nava kurdan. Lê belê partiyeke bi vî rengî Têkoşîna Azadiya Kurdan lawaz nake. Berovajî vê yekê dê wê bi hêztir bike. Ya herî girîng jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi leztir bike. BDP bi pêşketina HDP’ê dê lawaz nabe bi hêztir bibe. Jixwe BDP dê bibe lingê herî bi hêz û tevkarê HDP’ê. Di vî alî de nirxandinên wekî dê siyaseta kurd û rêxistiniya wê ya demokratîk li Kurdistanê lawaz bibe ne di cih de ye û ne rast e.
HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê pêngaveke gelekî girîng e. Ger ku bi berfirehî xwe bi rêxistin bikin û dakevin kuçe û gundan wê demê dê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Dibe ku niha xwe negihandibe hemû beşên civakê û li derve aliyên demokratên radîkal hebin. Bi xebatan dikarin bi hêsanî xwe bigihînin van beşan. Ji ber ku hemû beşên civakê yên ku hewcehiya wan bi demokrasiyê hene, hewcedariya wan bi pêkhateyek bi vî rengî heye.
Şert û mercên Amerîkaya Latîn û Tirkiyeyê gelekî ji hev cuda ne. Lê wextê ku mirov li aliyê bê hêzên çepgir çawa dikarin bibin desthilatdar binêre aliyê ku bê çawa hemû beşên civakê hembêz dikin tê dîtin. Hemû hêzên demokrasiyê pêkhateyên tifaqan e. Hemû jî ji AKP’ê bêhtir dengan werdigirin.
Ger ku şoreş pirsgirêka tifaqê be, avakirina welatekî demokratîk hewceyî hêj bêhtir bi tifaq û yekitiyê heye. HDP dê teqez bi ser bikeve. Wextê ku mirov difikire hêza sereke ya demokratîkbûna Tirkiyeyê kurd piştgiriyê didin vê projeyê tê dîtin ku serkeftina wê ji her demê zêdetir e."