Hatina bavê xwe yê YPG’î xeyal dikin

Hatina bavê xwe yê YPG’î xeyal dikin

Bozan Elî yê  YPG’î ku piştî êrîşa DAIŞ’ê hevsera xwe û sê zarokên xwe anî Pirsûsê, vegeriya mewziya xwe. Hevsera wî Zehre Elî da zanîn ku hevserê wê ji bo rûmeta Kobanê şer dike. Elî û her sê zarokên xwe li bende roja ku bigihêjin bavê xwe ne.

Piraniya şervanên YPG û YPJ’ê zarokên xwe yên nû tên dinê dihêlin û tevlî têkoşînê dibin. Bozan Elî yê ku bavê sê zarokan ku yek çar mehî, yek sê salî û ye jî 5 salî ye, bi êrîşên DAIŞ’ê re hevsera xwe Zehra Elî ya 25 salî û her sê zarokên xwe anî Pirsûsê û şûnde vegeriya mewziya xwe. Elî û her sê zarokên xwe li Konbajarê Arîn Mîrxan bicih bûn û li aliyekî têkoşîna jiyanê didin û li aliyê din jî xeyalê vegera Kobanê dikin. Zarokên wan ên 3 û 5 salî jî ji her tiştî beyî agahdar li konbajar dilîzin û li benda bavê xwe ne.

JI BO VEGERÊ ROJAN DIHEJMÊRIN

Zehra Elî diyar kir ku ew bi hevserê xwe serbilind e û wiha got: “Hevserê min bavê sê zarokan e. Lê ger hevserê min neke wê kî bike. Ferqa wî ji şervanên din çi ye. Cihê ku pêwîste lê be, li wir e. Ez têkoşîna wî û ya hevalên wî silav dikim. Hevserê min carinan bi telefonê li me digere. Agahiyên xweş me kêfxweş dike. Em dixwazin hema vegerin.”

BÊRIYA BAVÊ XWE KIRINE

Elî da zanîn ku zarokên wê tiştekî fêm nakin û got: “Her ku keçên min dibêjin ka bavê me. Ez dibêjim li malê dixebitin. Dibêjin çima em naçin. Ew jî xeyalê vê dikin. Carinan bavê wan telefon dike û ew jî diaxivin. Her duyan jî beriya wî kirine. Lê em dizanin ku ev dê dirêj berdewam neke. Em li benda wan rojan e.”