Girtiyê siyasî yê Kurd 6 roj in di greva birçîbûnê de ye

Girtiyê siyasî yê Kurd 6 roj in di greva birçîbûnê de ye

Nerazîbûna girtiyên siyasî yên Kurd li hemberî bi darvekirinên li Îranê berdewam dike. Girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Baqî 6 roj in di hucreya yek kesî de li girtîgeha Kaşmîrê ketiye gireva birçîbûnê.

Girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Baqî ku xelkê bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê ye, ji ber nerazîbûna xwe li himberî cezayê darvekirinê yên li ser girtiyên siyasî yên Kurd şermezar bike, ev 6 roje di girtîgeha Kaşmîra ya Îranê de di hucreya yek kesî de, ketiye greva birçîbûnê.

Hate zanîn ku rayedarên girtigeha Kaşmîrê li ser Şakir Baqî zext dikin ji bo ku dest ji greva birçîbûnê berde, lê tevî hemû zext û gefan Şakir Baqî çalakiya xwe berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku Şakir Baqî ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye, di 11 Adara 2007’an de ji aliyê hêzên rijêma Îranê ve li bajarê Sine hate girtin û nêzîkê 3 mehan li girtîgeha îtlaatê ya bajarê Sine dibin hemû cure îşkenceyên rejîmê de li ber xwe da.