Girtiyê siyasî Maarfî hat bi darvekirin

Girtiyê siyasî Maarfî hat bi darvekirin

Rejîma Îranê, girtiyê siyasî yê Kurd Şerko Maarfî yê li girtîgeha Seqizê dihat ragirtin, bi darve kir. Di nava deh rojan de 3 jê siyasî herî kêm 16 Kurd hatin darvekirin. Zêdebûna van darvekirinan, fikar û gumanên li ser darvekirina girtiyên din ên siyasî, mezin kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 3'ê Mijdarê roja Yekşemê saet di 18:00 de ji koxûşa lê dima ya Girtîgeha Seqizê hat ragirtin. Hat hînbûn ku Maarfî îro danê sibê hatiye bi darvekirin. Hat îdîakirin ku girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Mutelîb Ehmedî jî ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, li girtîgeha Seqizê ew birine hucreya darvekirinê.

Şêrko Maarfî yê 34 salî yê ji bajarê Bane, di 1'ê Mijdara 2007'an de bi sûcdariyên "propaganda dijberiya rejîmê û dijminatiya Xwedê" bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin. Di 14'ê Mijdara 2009'an û 1'ê Gulana 2011'an de du caran darvekirina wî ket rojevê, lê belê ji ber zexta raya giştî nehatibû darvekirin.

RÛHANÎ HÊVIYÊN GUHERÎNÊ TINE KIR

Li Îranê, girtiyên siyasî û edlî bi rûniştinên ji çend deqeyan ên dadgehan, bi cezayê darvekirinê tên cezakirin. Li vî welatî ku darizandina adîl nîne, darvekirin ji aliyê rejîmê ve weke rêbazeke bersivdayîn û gefê tê bikaranîn. Zêdebûna darvekirinan di dema Serokkomariya Hasan Rûhanî de, ku ji bo guherînê sinyal dida, hêviyên guhertina li qada mafên mirovan tine kir.

Rayedarên Îranê bi awayekî fermî qebûlkirin kirin ku di nava sala 2013'an de 304 kes hatine darvekirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî li gorî çavkaniyên "pê bawer" ragihand ku 234 kesên din jî hatine darvekirin, lê belê ev hejmar ji aliyê rejîmê ve nayê qebûlkirin. Di nava du hefteyên dawî de li gelemperiya welêt zêdeyî 40 kes hatine darvekirin.

Ji 26'ê Cotmehê û vir ve rejîma Îranê 13 jê li girtîgeha Ûrmiyê herî kêm 16 Kurd bi darve kir. 4 ji van girtiyên siyasî yen. Di 26'ê Cotmehê de endamê PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin. Di heman rojê de li girtîgeha Selmasê jî girtiyê siyasî yê Kurd Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin.

Di 3'ê Mijdarê de Kurdekî bi navê Ezîz Azerî yê ji Serdeştê li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin. Azerî bi bazirganiya madeyên hişber dihat sûcdarkirin.

Girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Lokman Mûraqdî jî di her kêliyê de bi darvekirinê re rû bi rû ne.

JI 2007'Ê HETA HINA 13 KURD HATIN DARVEKIRIN

Li Îranê ji 2007’an heta niha herî kêm 13 girtiyên kurd yên siyasî hatin darvekirin. Di 2007’an de Hasan Hîkmet Demîr yekemîn mîlîtanê PJAK’ê yê ku hat darvekirinê bû û 11’ê mijdara 2009’an de jî Îhsan Fetahiyan hat darvekirin. Di 6’ê Çileyê 2010’an de jî Fesîh Yasemînî, di 9’ê Gulana 2010’an de Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulu hat darvekirin. Di 27’ê Çileyê 2011’an de jî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Ferhat Tarîm, li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin. Di 5’ê Çile de jî Huseyîn Xizrî li girtîgeha Urmiyê bi veşarî hat darvekirin. Înfaz di 15’ê Çilede derket holê. Di 26'ê Cotmehê de endamê PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr li girtîgeha Ûrmiyê û girtiyê siyasî Riza Îsmaîl Mamedî li girtîgeha Selmasê hatin darvekirin. Herî dawî jî, girtiyê siyasî yê Kurd Şerko Maarfî yê li girtîgeha Seqizê dihat ragirtin hat darvekirin.

25 GIRTIYÊN KURD DI KORÎDORÊN MIRINÊ DE NE

Li girtîgehên Îranê herî kêm 25 girtiyên kurd li korîdorên mirinê ne. Navê wan wihane: “

Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijwarî, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî ve Îbrahîm Îsapûr.