Girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin
Girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin
Girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin
Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER) zext, girtin û binçavkirinên li djî xwendekarên welatparêz û akademîsyenan protesto kir.
Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER) zext û binçavkirinên li hemberî xwendekarên welatparêz ên zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê û akademîsyenan protesto kirin. Xwendekar li ber dersxaneyên fakulteyên hatin cem hev û beriya daxuyaniyê sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin.
Li ser navê xwendekaran Serokê Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê Yafez Aydin daxuyanî xwend û bal kişand ser zextên li hember xwendekaran û got: “Di civakê de zext û qeydkirinên li hember muxalîfan her diçe, zêde bin û êrîşên li djî xwendekarên şoreşger û demokratîk û akademîsyenan ghiştye asta herî jor. Xwendekarên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê dixwazin û li dijî cînayetên kar, wêrankirina xwezayê û komkujiya Kobanê bêdeng namînin, tên qeydkirin û rastî lêpirsînan tên. Çalakiyên demokratîk ên xwendekaran dikin hincet, polîsan dikin fakulteyan, Yekîtiya Ewlehiya Taybet û Rektor pêşî li êrîşên faşîzan ên nava dibistanan vedikin û ewlehiya canê xwendekaran tehdîd dikin. Herî dawî li kampusa DTCF ya Enqereyê êrişa bi sator pêk hat. Polîsan li rex êrîşkaran cih girt û bi cop û guleyên plastîk mudale kirin. Her wiha li Zanîngeha Bolu Abant Îzzet Baysal jî binçavkirin û derbkirin pêk hatin.
Aydin destnîşan kir ku li dijî van zextên YOK, polîs û rektoriyê wê serî netewînin û li dijî her lêpirsîn û cezayê wê sekneke bi hêztir nîşan bidin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.