Girê çapemeniyê di hedefa DAIŞ de ye

Girê çapemeniyê di hedefa DAIŞ de ye

Çeteyên DAIŞ’ê girê Altintepe ya yê xebatkarên çapemeniyê pevçûnên li Kobanê dişopînin hedef girt. Çeteyên ku roja buhrî topên hewanê avêtin vê carê jî bi doçkayan gulebaran kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê her roj derban dixwin, careke din xebatkarên çapemeniyê kirin hedef. Çeteyên DAIŞ’ê girê Altintepe yê li hemberî Kobanê ye û xebatkarên çapemeniyê ji wir pêvçûnên li Kobanê dişopînin gulebaran kirin. Saet di 12.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi doçkayan gir gulebaran kirin û guleyên doçkayê 50 metre dûrî xebatkarên çapemeniyê ketin. Guleya ku ji vir pekiya bû sedema tirsê.

Ev li dijî xebatkarên çapemeniyê êrîşa yekemîn nîn e. Di 12’ê Mijdarê de jî beriya Walîtiyê Rihayê Îzettîn Kuçuk bê herêmê li nêzî girê navborê 3 caran topên hewanê hatibûn avêtin. Kuçuk ji rojnamegeran re têkîldarî hewanên hatibûn avêtin gotibû “Di çarçoveya quralên angajmanê de wê bersiv bê dayîn” lê ne ji bo wî êrîşê ne jî ji bo vê êrîşê bersiv nehat dayîn.