Gerîlayê PKK'ê Îmak li ser gora xwe hat bibîr anîn

Gerîlayê PKK'ê Îmak li ser gora xwe hat bibîr anîn

Rêxistina BDP'ê yê Dêrsimê gerîlayê PKK'ê Ozgur Îmak li ser gora wî bi merasimekê bibîr anî.

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê bi tevlêbûna endam û rêveberan ji bo gerîlayê  PKK'ê Ozgur Îmak (Ozgur) ku di 1'ê Mijdara 1996'an de li Sêwasê di şer de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Kurmeçê yê Pertekê li ser gora xwe bi girseyî hat bibîranîn.

Di bernameya bîranînê de malbata Îmak rêveberên HDP'ê xizmên windayan, endamên komeleya MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn. Bernameyê birêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di bernameyê de Hevserokê BDP'a Dêrsimê Ergin Dogru, diyar kir ku ew şehîdên kurdistanê bibîr tînin û dê heta dawî têkoşîna wan berdewam bikin.

Bername bi belavkirina niyazan a ji bo Îmak bi dawî bû.