Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zekî Gokberk (Bahtiyar Amed), ku di sala di 9'ê îlona 2007'an de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê sipartin axê.
Malbata gerîlayê HPG'ê Zekî Gokberk (Bahtiyar Amed)ku di pevçûnekê de li Çiyayê Kato ya Bêşababê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî dewletê nedabû malbatê, piştî têkoşîna 6 salan, 2 roj berê ji Goristana Asrî ya Elkê hat hilgirtin. Cenazeyê Gokberk li Goristana Yenîkoy a Amedê, li kêleka rêhevalên wî bi sirûda Çerxa Şoreşê û dirûşmên "Şehîd namirin" veşartin.
Li camiya di nava goristanê de piştî nimêja cenaze, bi sedan kes tabûta Gokberk ku bi ala PKK hatibû xemilandin hilgirte ser milê xwe û meşiya. Hevserokên BDP'ê yê Amedê Emîn Yilmaz û Zubeyde Zumrut, Hevseroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, malbata Gokberk jî di nav de bi sedan kesî ala KCK'ê, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîla Zekî hilgirtin. Di dema meşê de girseyê bê navber dirûşmên wek "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Polîsan jî bi TOMA û wesayitên zirxî li dora goristanê cih girtin. Meş li ser gorê bi da wî bû cenaze dibin dirûşman de sipartin axê.
'DIVÊ EM LI ŞEHÎDÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Piştî deqîqeyek rêzgirtin û xwendina Çerxa Şoreşê, Hevseroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz axaftinek kir. Ayaz, sersaxî ji malbatê û Kurdistaniya re xwest û wiha got: "Ev demeke pêvajoyek berdewam dike. Lê wisa xwuya ye ev pêvajo ber bi xirabiyê ve diçe. Sibêroj dîsa şerek li ber deriye. Xwedê neke belkî ne yek bi dehan cenaze werin. Lê dema em dinihêrin çiqas xwedî derketin heye. Divê niha ne bi sedan bi hezaran em beşdarî vî cenazeyî bibûna. Ger em îro be sedan kes beşdarbûbin ev ji bo me şermeke mezin e. Divê em tev xwe di ber çav re derbas bikin. Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin."
'DILÊ AMEDÊ BI DILÊ QAMIŞLO RE DAVÊJE'
Pişt re Hevserokê BDP'ê yê Amedê Emîn Yilmaz axifî. Yilmaz jî bilêv kir ku gerîla Bahtiyar pêşengek ji pêşengê meşa azadiya gelê kurd e û wiha axaftina xwe domand: "Gelê kurd 100 sal e li her 4 parçeyan ji bo azadiya xwe têkoşîn dimeşîne. Di mejiyê dewleta tirk, ereb û fars de ev 100 sal e tu guherîn çênebû ye. Îran hê siyasetmedarên kurd bi darve dike, li Rojava ev 2 sal e ji bo jiyaneke bi rûmet û hevpar kurd têdikoşin. Lê evan dewleta ji bo gelê kurd negihîje azadiya xwe polîtîkayên ne li rê dimeşînin." Yilmaz anî ziman ku gelê kurd ev 9 mehe bi serokê xwe re dimeşe û wiha got: "Ligel ku gelê kurd di riya serokatiya xwe de dimeşe jî dewleta tirk ji bo pêvajoyê tu gav navêje." Yilmaz, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xwedî derketina li şehîdan xwedî derketina li her 4 parçeyê Kurdistanê ye û dilê Amedê bi dilê Qamişlo re davêje.
JI BAVÊ GERÎLA SILAV JI BO ROJAVA
Herî dawî bavê gerîla Omer Gokberk axifî. Bav Gokberk bilêv kir ku lawê wî şehîdê Kurdistanê ye û ev tişt vegot: "Lawê min şehîdê azadiyê ye. Ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Ev 6 sal e em li benda cenazeyê xwe bûn. Hê nû cenazeyê me dan. 6 sal berê dema lawê min şehîd ket me ji bo testa DNA'yê xwîn da lê lawê min nedane min. Li Bêşebabê defin kiribûn. Çendek berê hê nû encama DNA'yê hat û me jî çû cenazeyê xwe girt. Silav ji Serok Apo, gerîla, têkoşerên Rojava û Serêkaniyê re." Merasima cenaze bi dirûşman bi dawî bû.