Gelê Yewnanîstanê ji karê Çîpras û Syrîza ne razî ye

Syrîza ku bi soza qedandina polîtîkaya kember şidandinê ya li Yewnanîstanê hat ser desthilatdariyê, di gelek mijaran de tawîzan dide. Gel nerazîbûnê nîşanî karê salekê yê Syrîza dide.

Zanîngeha Selanîkê ji bo rojnameya Kathîmerînî anketek amade kir. Li gorî anketê, polîtîkayên Partiya Çep a Radîkal (Syrîza) ya bi lîderiya Serokwezîr Aleksîs Çîpraz, ji aliyê gel ve nayên pejirandin. Dîsa li gorî vê anketê, Syrîza ku di Îlona 2015'an de bi rêjeya ji sedî 35,5'an bi qasî nîvê kursiyên li parlamentê bi dest xist, ji sedî 17,5'an kêm kiriye.

Di vê anketê de hat tespîtkirin, rêjeya dengê Demokrasiya Nû (Nea Dîmokratîa) ku di sala 2015'an de ji sedî 28,1 ê dengan stand û bû partiya duyemîn, daketiya ji sedî 27,5'an. Li gorî anketê rêjeya dengê Berbanga Zêrîn ji sedî 7,5 e û ji sedî 19 ê gel hê bêbiryar in.

Ji sedî 81 ê beşdaran gotin, polîtîkayên aboriyê şaş e. Ji sedî 85'an jî ragihand ku ew ji karê Serokwezîr Aleksîs Çîpras ne razî ye.