Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî "Dîwarê Şermê" li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê tê avakirin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan 2 rojin li ser sînor dest bi çalakiya Rojiya Mirinê kiriye. Têkildarî çalakiyê Serokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê sibê li Nisêbînê jiyanê rawestînin û piştgiriyek mezin bidin Şaredara Nisêbînê Gokkan.
Çalakiyên li hemberî avakirina "Dîwarê Şermê" ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo tên avakirin berdewam dike. Li hemberî dîwarê ku demek dirêj e înşaeta wî didome Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, duh dest bi çalakiya Gireva birçîbûnê kir û îro jî dest bi Rojiya Mirinê kir. Gokkan, ku duh bi tena serê xwe li ser sînor di nava mayinan de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir, niha çalakiya xwe vegerand rojiya mirinê. Şevê din aktîvîsta DOKH'ê Şaize Çelik, Hevseroka BDP'a Nisêbînê Zinet Algat û endamê Meclisa BDP'ê Ferhat Tarhan Gokkan li ser sînor ziyaret kirin. Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê bi boneya piştgiriyê bide Şaredar Gokkan daxuyanî da çapemeniyê. Serokê rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, rêveberên BDP'ê yên navçeyên Mêrdînê Serokê Şaxa ÎHD'ê yên Mêrdînê Erdal Kuzu û rêveberên Baroya Amedê amade bûn. Di çalakiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Nisêbîn bi te serbilind e" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin." qeriyan.
'DAXWAZÊN ME DAXWAZÊN HEMÛ GELÊ KURDISTANÊ YE'
Li ser navê komê Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku ji bo ew avakirina "Dîwarê şermê" rawestînin dê sibê li Nisêbînê jiyanê rawestînin. Kaymaz, anî ziman ku heta niha wan çalakiyên mezin pêk anîn, lê dîsa lêkirina sînor berdewam dike û wiha got: "Ev dîwar di navbera gelê kurd de tê lêkirin. Lêkirina vî dîwarî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Biryara bi vî dîwarî biryarek siyasî ye. Dixwazin bi vê yekê gelê Kurdistanê ji hev cuda bikin. Lê ji bo me Kurdistan yek perçe ye. Welatên li dora kurdistanê cih digirin jî ciranê Kurdistanê ye. Şaredara Nisêbînê Gokkan di nava zeviyên bi mayîn çalakiyê pêk tîne. Ger ku tiştek bi şaredar bê dê Serokwezîr Erdogan berpirsiyarê vê yekê be."
Kaymaz, bang li Serokwezîr Erdogan jî kir û got: "Ger ku dîwar neyê sekinandin û betal nebe, em dê çalakiyên ji rojiya mirinê radîkaltir pêk bînin. Em dê jiyanê li Nisêbînê rawestînin. Em dê wekî rêveberên BDP'ê û yên Qoserê li qada ku Gokkan çalakiye pêk tîne nobetê bigirin. Em dê sibê saet di 11.00'an de bi girseyî çalakiyê pêk bînin. Em bang li hemû gelê Nisêbînê dikin.
Xwendekarên Navenda Çand û Hunerê ya Mitannî jî bi boneya piştgiriyê bidin Gokkanê bi defan li kolanan stranan dibêjin û banga tevlêbûna çalakiyê dikin.