Gefa Încîrlîkê ya Tirkiye li Elmanya dixwe, êdî bû komedî

Tirkiye, di dema dawî de ji bo her gav û hevkariya bi Elmanya re, şertê serdana baregeha Încîrlîkê weke gefekê bi kar tîne. Ev gef veguheriye komediyê.

Ev 3 meh in nûçe li ser tên weşandin û tê gotin, "Ji bo hevkariya navbera hikûmeta Elman û Tirkiyeyê bê veşartin, hikûmeta AKP'ê serdana parlamenterên Elman a li Baregeha Încîrlîkê qedexe kir". Çend roj berê derketibû holê, ku hikûmeta Elman ji bo serdana Baregeha Încîrlîkê, bi AKP'ê re li hev kiriye.

Daxuyaniyên rojane yên parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Raîner Arnold jî fikaran zêde dike. Ji ber van daxuyaniyan, tê gotin, ku bi taybetî hewl tê dayîn ev krîza lihevçêkirî timî di rojevê de bê hiştin.

Arnold duh ji Spîegel Onlîne re axivî û diyar kir, ku piştî daxuyaniya hikûmeta Elman a 'hikumê hiqûqî yê pêşnûmeya naskirina Qirkirina Ermeniyan' nîne, dibe ku di demeke nêz de baregeha li Încîrlîkê were ziyaretkirin.

Heman parlamenter îro jî ji rojnameya Bîld am Sonntag re axivî û got, ji bo NATO tevlî tevgera hewayî ya li dijî DAIŞ'ê bibe, ku wê di dawiya meha Cotmehê de destpê bike, destûra ji bo Baregeha Încîrlîkê weke şert tê destnîşankirin. Navborî bibîr xist, ku ji bo leşker û balafirên Elman tevlî mîsyona NATO'yê bibin, pêwîstî bi destûra Meclîsa Federal heye û îdîa kir, ku heta Baregeha Încîrlîkê neyê ziyaretkirin, wê biryareke bi vî rengî neyê erêkirin.

Têkildarî nîqaşên 'Încîrlîk û Qirkirina Ermeniyan' a navbera Tirkiye û Elmanyayê, li ser navê hikûmetê herî zêde Raîner Arnold ê ji SPD'ê daxive. Gotinên Arnold fikaran zêde de, ku bi taybetî hewl tê dayîn ev krîza lihevçêkirî timî di rojevê de bê hiştin

Ji xwe desteka Elmanyayê ya bi her awayî ji bo AKP'ê tê zanîn. Lê tiştekî balkêş e; tevî vê destekê jî di her gavê û her mijarê de bahaneya 'ziyareta leşkeran' ku bahaneyeke gelekî erzan e, weke şert tê bilêvkirin.