GABB wê ji bo karesatan komîsyonekê ava bike

GABB wê ji bo karesatan komîsyonekê ava bike

GABB wê ji bo gelê Rojava û Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne, pêşniyara avakirina komîsyonekê kirin.

Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê (GABB), civîna xwe ya 2’yemîn a Civîna Asayî ya Meclîsê ya bi beşdariya Hevserokên GABB’ê Gultan Kişanak û Tuncer Bakirhan û 121 şaredar û encamên meclîsan pêk anî.

Di civînê de mijarên di rojevê de hatin gotûbêjkirin. Di madeya 10’emîn a civînê de biryar hate dayin ku komîsyonek ji bo penaberên ji Rojava û Şengalê bê avakirin. Ev pêşniyara ku hate kirin ji aliyê pêkhateyên din ve jî hate destekkirin. Biryar hate dayin ku piştî lêkolînkirina karûbarên siyasî û hiqûqî wê komîsyonek bê avakirin.

Civîn piştî nirxandinên madeyan bi dawî bû.