G20 gelek mijar taloqî sala 2017'an kir

Civîna Bilind a G20'an ku duh li Çînê qediya, gelek mijar taloqî civîna bilind a li Elmanyayê kir, ku wê di sala 2017'an de were lidarxistin.

Di Civîna Bilind a G20'an de, ku li Çînê qediya, di gelek mijaran de ji sekneke bi biryar wêdetir, soz derketin pêş. Ev mijarên ku gelekî girîng dihatin dîtin, taloqî civîna bilind a sala pêş hat kirin, ku wê Elmanya malovaniyê jê re bike.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî civîna bilind de işaret bi gelek mijarên weke penaber, avhewa, aborî û buhayê petrolê hat kirin ku li ser li hev hatiye kirin.

Hat ragihandin, ku bi taybetî di mijara penaberan de wê di sala pêş de 'planeke çalakiyan' were amadekirin. Tê payîn e plan bi pêşengiya Elmanyayê were amadekirin, ku ev welat wê di 1'ê Kanûnê de wezîfeya serokatiyê ya G20'an bigire ser milê xwe.

Di daxuyaniya G20'an de hat gotin, DYA û Çînê Peymana Avhewayê erê kirine û gelek welat jî amade ne erê bikin. Lê belê DYA û Çîn tên rexnekiri, ku di mijara kêmkirina gaza neyînî ya welatên xwe de ti sozeke zelal nedane.