Fransayê 'rêveberekî ETA'yê girt

Li Fransayê, kesekî ku tê gotin 'rêveberê ETA'yê ye hat girtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên edlî ve hatin dayîn, di çarçoveya lêpirsînek Dozgeriya Antî-Terorîzmê ya Parîsê de, têkildarî welatiyekî Spanyayê Mîkel Îrastorza biryara girtinê hat dayîn.

Îrastorza roja Şemiyê li malek li başûrrojavayê Fransayê hat binçavkirin û ji ber sûcdariya 'avakirina rêxistina terorê' ew derxistin pêşberî dadgeriya lêpirsînê.

Tê îdîakirin ku Îrastorza 'yek ji lîderên ETA' ye. Li gorî agahiyan du hevjînên tevî Îrastorza hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Hejmara mirovên bi îdîaya endamên ETA ne yan jî pêwendiya xwe re pê re hene li girtîgehên Fransayê hatine girtin, 80 ye. Endamên ETA'yê yên li girtîgehan, ji bo berdana girtiyên nexweş di meha Hezîranê de bi rengekî dorveger ketibûn greva birçîbûnê.