Fransa yekîneyên operasyonê yên cîgir dike yek

Li Fransayê, ku ji par û vir ve çeteyên DAIŞ'ê û El Qaîdeyê bi sedan kes kuştin, polîs û leşkerên cîgir di bin navê 'Yekîneya Parazvanên Neteweyî' de dibin yek.

Li gorî pêşnûmeya ku duh pêşkêşî civîna Desteya Wezîran a heftane hat kirin, tê xwestin yekîneyên cîgir ê operasyonî di bin sîwana rêxistinbûneke bi navê 'Yekîneya Parazvanên Neteweyî' de bên civandin. Li gorî vê yekê, girêdayî yekîneyên artêşê, polîsan û jendermeyan ku niha 63 hezar e, wê heta sala 2018'an ev hejmar bigihêje 85 hezarî.

Di vê yekîneya nû de wê hemû yekîneyên cîgir ên ser bi artêşê, polîsan û jendermeyan di bin sîwana 'sekreteriya giştî' de werin civandin.

5 hezar 500 endamên hêzên ewlekariyê yên cîgir, ku emrê wan ji 17 heta 35 salî ye, ji mehên havînê û vir ve rojane ji bo erkê tên wezîfedarkirin. Tê xwestin, ev hejmar di nava du salan de rojan bibe 9 hezar 250 kes.

Li gorî plana hikûmetê wê di nava 2 salan de 20 hezar dildarên din werin erkdarkirin. Maliyeta vê yekê li budçeyê wê ji 100 mîlyon euroyî bigihêje 311 mîlyon euroyî.