Fransa bala xwe dide ser xebatên veşartî yên qursên Qûranê

Li Fransayê komeleyeke ku di bin navê aktivîteyên civakî û çandî de ‘Qursên Qûranê” dida hate girtin. Tê gotin ku gelek saziyên radîkal di bin navê cur bi cur de xebatên veşartî didin meşandin.

Li Evryê hat ragihandin ku li gel mizgefta ku ne fermî qursa Quranê dida û komeleyek ku di bin navê aktivîteyên civakî û çandî de xebatên cuda cuda jî dida, roja Înê hate girtin. Lê, hate diyarkirin ku vê komeleyê bi veşartî qursên Quranê dida, li pişt vê xebatê gelek xebatên din ê veşartî jî meşandine.

Jixwe komeleya bi navê Zîra Toûs Ensemble (Bi hev re) xebat dimeşand li gel xebatkarên mizgeftê bi qanunî qursên Qûranê didan. Rayedaran destnîşan kir ku qursa Qûranê ya ku bi qanünî tê dayîn, bi awayekî veşartî dayin guman ava kirine. Tê fikrandin ku bi armanca radîkalkirinê ev xebatên veşartî tên meşandin.

Li aliyê din li welat bi sedan û heta bi hezaran xebatên komaleyên nêzî vê tên meşandin. Rayedaran diyar kirin ku tenê li bajarê Evry 2 navendên ku bi vî rengî xebatên veşartî didin meşandin hene.