Fermandariya HPG’ê ya Şengalê: Herî kêm 15 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê: Herî kêm 15 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê: Herî kêm 15 çete hatin kuştin
Di êrîşa duh danê sibehê ya çeteyên DAIŞ li hember Çiyayê Şengalê pêk anîn, ku gerîlayên HPG’ê heman kêliyê bersiv dan şer derket. Di şer û pevçûnan de herî kêm 15 çete hatin kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê, diyar kir ku çeteyên DAIŞ ên li derdora Cudalê, Şilo û Skêniyê bi cih bûne 14’ê Mijdarê li hember Çiyayê Şengalê êrîşek dane destpêkirin û got, “Li hemberî vê êrîşê di kêliyê de bersiv hatiye dayîn û şerê dijwar ê saet 11.00’an destpê kir heta saet 15.00’an dewam kir. Dîsa gerîlayên me derbeyên bi bandor li çeteyên ku li Geliyê Şîlo geriyane dane. Hêzên me li hember çeteyên ku li eraziyê bicih bûne ji 3 milan ve çalakiyek li dar xistine. Li vir girekî ku çete têde bûn hatiye bidestxistin. Gerîla çûne ser 7 cenazeyan. Di şer û pevçûnên di vî girî de dijwar bûne 5 gerîlayên me şehîd ketine. "
Fermandariya Şengalê ya HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe got ku dîsa heman rojê saet nêzî 22.00’an li hemberî 2 nuqteyên çeteyên di navbera Cudalê û Dugurê de bicih bûne gerîlayên me çalakî li dar xistine û li vir 3 çete hatine kuştin. HPG’ê wiha dewam kir,“ Dîsa gerîlayên me derbeyên bi bandor li çeteyên ku li Cudale tevgeriyane dane. Cenazeyekî çeteyan ketiye kontrola gerîlayên me. Çeteyên xwestine li derdora çiyê tevbigerin ji herêmê hatine derxistin. Di şer û pevçûnên ku rû dane, bi awayekî zelal 15 çete hatiye kuştin û hatiye dîtin ku 4 çete jî birîndar bûne. Di van şer û çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan zêdetir in.”
KELÛPELÊN HATINE BIDESTXISTIN
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê kelûpelên di şer û pevçûnan de hatine bidestxistin jî aşkera kir, li gor vê: wesayîtek zirxî ya akrep (dûpişk) tê gotin, 7 Kelaşnikof, 7 rext, çekek M-16, 3 telefon, gelek bombe û gule. 7 cenazeyên çeteyên DAIŞ jî di destê hêzên gerîlayên me de mane.
5 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên HPG-YJA Star û şervanên YBŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan dane û wiha hat gotin, “Li Şengalê li hember çeteyên ku dixwazin li dijî gelê me komkujiyan pêk bînin, hevalên me Dilgêş, Rojhat, Goran, Afat û Firat bi sekn û biryadariyeke Derwêşê Evdî têkoşîn bi ruhekî bi pêngav danîne holê, di kêliya wê de bersiv danê vê êrîşê û gihiştine şehadetê. Şehîdên me yên qehreman ên cesaret û biryardariya mezin a bi roj bersivê bidin dijmin nîşan dane wê meşa bi ezm a şehîdên me yên qehreman ji bo me rêhevalên wan fermana serkeftinê be.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Hozan Demîr ê bi nasnav Afat Colemêrg li Wanê ji dayik bûye,
Îsmaîl Azadîxan ê bi bi nasnav Dilgêş Xoşmêr li Saqiz ji dayik bûye,
Bîlal Bayutmûş ê bi nasnav Firat Levent Reşko li Qersê ji dayik bûye,
Hogir Suleyman ê bi nasnav Goran Serêkanî li Serêkanî ji dayik bûye,
Kerîm Umuîmîlan ê bi nasnav Rojhat Avareş li Maku ji dayik bûye