Fermandarê HPG’ê Reşîd Serdar hat bîranîn

Fermandarê HPG’ê Reşîd Serdar hat bîranîn

Yek ji fermandarên HPG’ê Reşîd Serdar di 2. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.

Yek ji fermandarên HPG’ê Reşîd Sari di 2. salvegera şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medya bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de ji fermandarên Biryargeha Parastinê ya Medya Amed Malazgîrt axaftinek kir.  Malazgîrt got ku Reşîd Serdar mohra xwe li gelek çalakiyên mezin daye û yek ji hevalên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi serkeftî bi cih dianî û di dîrokê de cih girt. Malazgîrt anî ziman ku Serdar di jiyana xwe de bi fedakarî û dilnizmiya xwe dihat naskirin, li her cihê lê tirs dixist dilê dijmin û fermandarekî jêhatî bû.

Amed Malazgîrt da xuyakirin ku Serdar pêkhênerê taktîk, pratîk û rêxistinî yê dorpêçkirina 2012’an a Şemzînan bû.  Malazgîrt got ku ruhê Mahsûm Korkmaz û nirxên rêbertiyê yê Reşîd Serdar nûnertiya wê dikir, îro di serî de li Kobanê û Rojava, li tevayî Kurdistanê veguheriye jiyana rizgariya demokratîk û azad.

‘RUHÊ SERDAR PÊŞENGIYÊ JI ME RE DIKE’

Di axaftinên piştî merasîmê de Fermandara YJA STAR Leyla Amed jî got ku Serdar  timî bi bawerî û heyecan dixebitî û bi vî ruhî karê xwe bi serketî bi  encam dikir. Amed diyar kir ku Fermandar Reşîd Serdar îro jî pêşengiyê ji wan re dike.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.