Fatma Ocalan: Hikûmet heta niha bi Ocalan re li ser pêvajoyê neaxiviye

Fatma Ocalan: Hikûmet heta niha bi Ocalan re li ser pêvajoyê neaxiviye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi xwîşka xwe Fatma Ocalan re hevdîtin pêk anî. Fatma Ocalan got ku Ocalan jêre gotiye, "Der barê pêvajoyê de tiştek nîn e. Kes bi min re neaxiviye.”

Xwîşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, xwîşka Cumalî Karsu, Vesîle Taş û xwîşka Şeyhmus Poyraz Felek Cizlaşmak ji bo hevdîtinê ku çûbûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewkeriya Zêde ya Îmrali vegeriyan. Fatma Ocalan li ber Qereqola Cendermeyan a Gemlîk daxuyaniyeke kurt da. Fatma Ocalan got ku hevdîtin baş derbas bû, lê hikûmetê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tu hevdîtin çênekiriye û got, "Baş derbas bû. Ocalan got, 'Têkildarî pêvajoyê tiştek nîn e. Kesek bi min re neaxiviye.' Hikûmet der barê pêvajoyê de pêre neaxiviye. Ev tişt gotin."

Piştî daxuyaniyê malbat, bi maşîneyê ji Qereqola Cendermeyan a Gemlîk veqetiyan.