ESP’ê operasyonên binçavkirinê protesto kir

ESP’ê operasyonên binçavkirinê protesto kir

ESP’ê operasyonên li dijî ESP û GunTv/Radyo pêk hatin protesto kir.  Çalakiya ku Egîtîm Sen û EMEP jî di nav de gelek saziyan piştgirî dayê de dirûşmên ‘Zext nikarin me têk bibin’ ‘ji çeteyan wê hesab bê pirsîn’ hatin berzkirin.

MAL Û PARTIYA ME HAT WÊRAN KIRIN

Serokê Rêxistina ESP’ê ya Amedê Soner Çîçek daxuyanî xwend û got: “AKP li dijî têkoşîna bindestan bêtehemuliya xwe bi operasyoneke nû carek din nîşan da. Li vê erdnîgariyê  komunîst ev 20 sal in, bûne hedefa terora dewleta faşîstan. Di 19’ê Mijdarê de li taxên Gazî ya Stenbolê û Sancaktepeyê bi ser mal û buroyan de hate girtin, 22 ESP'î û endamekî HDP’ê hatin binçavkirin.

Çîçek da zanîn ku di dema ku serdegirtin berdewam dikirin de terora polîsan jî berdewam kir, mal û partî hatin wêrankirin.

Çîçek wiha berdewam kir: “Tevlîbûna bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di çarçoveya sûc de hatiye nirxandin. Serkan Tosun û Paramaz Kizilbaş di bîranîna Arîn Mîrxan de sûcdar hatine dîtin. Ji me re dibêjin nirxên xwe li aliyekî bihêlin. Lê teqez na; em ê sûc berdewam bikin."
Çîçek da zanîn ku duh jî bi ser malên xebatkarên GUN TV’yê de hatiye girtin û da zanîn ku ew ê destûrê nedin van êrîşan û kesên hatine binçavkirin bila demildest bên berdan.

Di daxuyaniyê de ji bo bernameya ‘Yên li ber xwe didin tên cem hev’ a di 22’ê mehê de li Salona Dawetê ya Dîvan ku saet di 18’an de pêk tê banga tevlîbûnê kir.