Ereb xwe li Rojava digirin
Ereb xwe li Rojava digirin
Ereb xwe li Rojava digirin
Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çeteyên ser bi El Qaîdeyê bê bandor hiştin û Rojava ewle kirin, koçberiya ji herêmên Ereb zêde bû. Ji gelek herêmên Sûriyê yên lê şer dewam dikin, gel xwe li herêmên Kurdan ên bi ewlekariya YPG'ê digirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Rûdaw'ê, piraniya koçberî ji herêmên di bin kontrola çeteyên El Qaîdeyê tê kirin. Rojnameyê cih da koça gundê Yûsiviyê yê rastî êrîşa komê çekdar ên El Qaîdeyê hatibû û diyar kir ku gelek cihên hatine valakirin ji aliyê çeteyan ve hatine şêlandin û şewitandin.
Tê gotin, Erebên koçî Rojava dikin li dibistan û cihên mîna wê, tên bicihkirin.
Rojname dide zanîn ku herêma Cizîrê di bin ewlekariya YPG'ê de ye, lê gundên li başûrê herêmê yê Ereb lê ne, ji ber ku dest diguherîne rewşeke tengav lê heye û dibêje, "Gundên Ereb ên komeke siyasî hewl dide kontrol bike, ji bo nekevin rewşeke penaber hin bi baldarî tevdigerin."
Di vê navberê de Kurdên ji Rojava koçî Tirkiye û Başûrê Kurdistanê kirine, vegera wan a li cih û warên xwe dewam dike.