Erdogan herêmê dixe nava dojeha nijadî û mezhebî
Cîgirê Serokê Partiya Kombûna Niştîmanî Pêşverû ya Misirî: Erdogan herêmê ber bi dojeha nakokiyên etnîkî nijadî û mezhebî ve dibe.
Cîgirê Serokê Partiya Kombûna Niştîmanî Pêşverû ya Misirî: Erdogan herêmê ber bi dojeha nakokiyên etnîkî nijadî û mezhebî ve dibe.
Cîgirê Serokê Partiya Kombûna Niştîmanî Pêşverû ya Misirî Atîf Mexawirî, helwesta Erdogan û AKP'ê şermezar kir û got: "Erdogan herêmê ber bi dojeha nakokiyên etnîkî nijadî û mezhebî ve dibe.
Atîf Mexawirî, di daxuyaniyê de helwesta AKP'ê û Erdogan şermezar kir û wiha got: "Tişte ku li Tirkiye dibe ji piştî darbeya 15 Hezîranê heta niha di bin navê tedbîrên li dij darbeyê de, pêkanînên li dijî zagon û mafên mirovan pêk tên. Pêkanînên Erdogan dike ji pêkanînên darbeya 15'ê Tîrmehê ne kêmtir e. Tişta ku rexne dikin ew bi xwe pêk tînin. Wan ev pêkanînên xwe wekî tedbîrên li dijî darbeyê bi nav kirin. Lê tişta li ser rûye erdê niha pêş dikeve darbe bi xwe ye. Hîn betir girtin valakirin berbelavkirina sazî û girtina kesên van saziyan. Pêkanînên herî dawî ya darbeya Erdoganî ya ku di bin navê li hember darebe tên kirin ew bû ku serokê meclîsên wê li heremên Kurdan li Amed û Başur Rojhilatê Tirkiye yên ku ji aliyê gelê Kurd ve hatî helbijartin ji kar girtin û li şûna wan kesên din bi cih kirin. Dema ku qeyim meqamekî ji Stenbolê tine û li cihê serok belediyê Kurdan bi cih dike ne tenê qanunan binpê dike û azadiyan hedir dike û dengên gel ên ku ew helbijartî hedir dike.
Di heman demê de hestên mirovan jî piroveqe dike. Bi rastî ne tenê ji bo gelê Kurd tenê ye ev rewş. Hemû pekhateyên Tirkiyê û gelên wê hedef digrê. Di her warî de hedef digre û dorpêç dikê çi aborî siyasî ragihandinî û mehrûm kirina ji hemû alavên xwe îfade kirinê. Ev rewş li pêş çavê û gûhdariya cîhanê tê kirin. Dema kesek rexne bike ew kes bi alîgire darbeyê û terorê tên tewanbar kirin."
PLAN Jİ BO PERGALA SEROKDEWLETİYÊ YE
Atîf Mexawirî, di berdewamiya daxuyaniya xwe de axivî: "Dorpêç û zexta li ser parlementeran bi taybet ên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), hemû îdîa yên wan ê demokratbûnê vala derdixîne û mîsoger dike ku darbeya 15 Heziranê seneryoyeke ji bo Erdogan û hevkarên wî hemû kiryarên xwe ên zordariyê bi cih bînin. Li ser armancen AKP'ê yen ji derbeye diaxife ku dixwazin sistema Serokdewletiyê pêk bînin. Armanca din ji piş seneryoya darbê û dewam dike. Bi nerîna min ev rewş bi qasî ku Erdogan û hevkarên wî difikirin ku ew cihê xwe çedikin, ewqasî cihê metirsyê ye li ser pêkhateyên gelên Tirkiye û dewleta Tirk a hevgirtî. Ji ber ku ev kiryar wê xetimandin û şer di navbera gel û pêkhatiyên Tirkyê zêde bikin. Lê belê ger ku çareseriya demokratîk esas bê girtin ew bi xwe şîara zengîniya çûdabûnan e di nava pêkhateyên dewlata Tirkiyeyê de. Lê di rastiyê de hewldana çewesandina cudahiyan wê nakokiyan kor bike."
DIVÊ HEMÛ GELÊN HERÊMÊ BIBIN YEK
Atîf Mexawirî, li ser polîtîkayên li dijî Mûsilê jî axivî û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Qalkirina ku Mûsil wîlayeteke Tirk e bi serê xwe têrê dike ku mirov bêje gerek hemû gelên heremê bibin yek û nakokiyên xwe deyînin alîkî. Li hember xewna Osmanî ya ku Erdogan dixwze pêk bîne, berxwe bidin. Ji ber ku ew difikire ku ev ax a Osmanî ye û tişte piştî şerê cîhanê yekem bûyî ew bu ku ev axa ji axa Osmaniyan hat qutkirin. Ew jî bi her şêwazî û derew û xeyalên pûç û biyanoyên vala dixwaze vegerîne bi ketina xwe ya bakûrê Iraq û Suriyê. Lê ev rewş sextekarî û îdîa yê hikumeta Tirkiye zelal dikin ji ber ku di dawiyê de ev xewnên sultanên Osmanî ên nihe Erdogan ku ew jî xwe wiha dide naskirin. Divê ev rewş peyamek bê ji hemû cîhanê re ji ber ku wateya vê yekê ewe ku erdogan heremê berve cihenemeke şerê irqî etnîkî û mezhebî ve dibê. Di bin navê şîî û sûnî an Turkman, Ereb, Kurd de bibin yek. Gerek hemû hêzên aştîxwaz ên cîhanê bi hevre li dij vê êrîşa ku em dibînin ku êrîşeke li dij hemû nirxên li hev kirin û bi hevre jiyankirinê ne. Ji bo ku em bikaribin rabûneke şaristane pêk bînin ji ber ku pirrengbûn şîara zengîniye ye."