Endamê PKK'ê Yildiz ê piştî 21 sal şûnde li gundê xwe hat definkrin

Endamê PKK'ê Yildiz ê piştî 21 sal şûnde li gundê xwe hat definkrin

Gerîlayê  PKK'ê Cemal Yildiz (Şîyar) ku di 1992'an de li bejahiya  Erziromê di şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 21 sal şûnde li gundê xwe hat definkirin.

Gerîlayê  PKK'ê Cemal Yildiz (Şîyar) ku di 1992'an de li Çoltara Navçeya Olure Erziromê di şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 21 sal şûnde li gundê xwe yê Panosa Agiriyê hat definkirin. Cenazeyê Yildiz, bi karwanê ku ji sedan maşîne pêk dihat anîn navçeya Melezgira Mûşê û ji vir jî anîn Panosê. Polîsan karwanê cenaze asteng kir û nexwest ku cenaze di nava navçeya Melezgîrtê re derbas bibe. Lê piştî rêveberên BDP'ê ketin navberê karwanê cenaze di nava bajar re derbas bû û derbasî Panosê bû. Di merasima cenaze de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelik, Şaredarên BDP'î yên herêmê jî di navde bi hezaran kes amade bûn.

Cenaze li Gundê Kanîkorkê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Darbesta gerîlayê PKK'ê Cemal Yildiz (Şiyar) li ser milan ji dervê gund heta goristana gund meşiyan. Girse ewil darbest birin mizgefta gund û piştî merasima olî cenaze dîsa li ser milan birin goristanê. Girsê dema darbest liser milê xwe kir û heta goristanê meşiyan bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Girsê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamê PKK'ê Yildiz vekirin. Girsê piştî cenaze defin kir rêz girt û cerxa şoreşê xwendin.

Di merasimê de Serokê BDP'a Mûşê Naif Erol, axaftin kir û diyar kir ku ji ber şervanê azadiya kurd binax dikin pir xemgîn in. Erol, ani ziman ku dê her tim di şopa pan de bimeşin û têkoşîna wan bilin bikin.

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî di şexsê Cemal Yildiz de hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku hêsên serdest êşa wan û zahmetiyê wan nizane. Çelîk, da zanîn ku gelê kurd dê li xwedî derketina çand, ziman, nasname û têkoşîna xwe derkeve û bigêje armanca xwe. Çelîk, helwesta hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û da zanîn ku 11 salin di îxtîdarê de ye, lê ji bo çareseriyê tu gav neavêtiye.

Xwişka gerîlayê  PKK'ê Yildiz Perizade Yildiz jî anî ziman ku piştî 21 sal şûn de li şehîde xwe xwedî derdikevin û ev ne tenê şehîdê wan, şehîdê hemû Kurdistanê ye.

Piştî axaftinê ji bo gerîlayê  PKK'ê Yilmez dua hatin xwendin û girse belav bû.