‘Emê pozîsyona xwe ya parastina rewa biparêzin’

‘Emê pozîsyona xwe ya parastina rewa biparêzin’

Endama Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Evîndar Rênas, diyar kir ku geşedanên piştî darvekirina du kurdên li Îranê û operasyonên hêzên Îranê,  dê ji nêzve bişopînin û bi vê re dê pozîsyona xwe ya rewa biparêzin.

Rênas ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ji bo agirbesta hatiye îlankirin bidome xesasiyeta bilind jî nîşan didin, helwesta Îranê di 4 mehên dawî de guheriye û li dijî hêzên gerîla operasyonan pêk tîne û hevalên girtîgehê darve dike.

Rênas polîtîkayên dawî yên Îranê ên li hemberî kurdan wiha nirxand: “Wek tê zanîn ku du sal berê, piştÎ şerê li Qendîlê, geşedanên li herêmê jî li ber çavan hat girtin û bi Îranê re agirbestek hat îlankirin. Em divê pêvajoyê de pir xesas tevgeriyan. Ji bo ku pêvajo nebe qurbana geşedanên herêmê û di navbera gelê kurd û Îranê de pevçûnek neyê jiyîn, em gelek xesas tevgeriyan.

Lê ev 4 mehê dawî (Beriya Ruhanî jî) di helwestên Îranê de guherî hene. Li dijî gerîlayên me operasyonan pêk tînin, li zindanan li ser girtiyên siyasî îşkenceyên giran pêk tînin, li dijî dijî zextan zêde dikin.  Îran agirbestê xera dike. Lê dîsa jî em xesas tevgeriyan.

Geşedanên Rojhilata Navîn Îranê dike nava fikaran. Îran hem ji ber ambargo û zextan û cezakirin û hem jî ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn di tengasiyê de bû. Fikarên ku dê mudaxaleyê wan bê kirin hebûn.  Belkî ger di navbera kurd û Îranê de agirbest tunebûya, mudaxaleya li hemberî Sûriyeyê hat kirin, dê li Îranê jî bihata kirin. Lê em naxwazin gelên Îranê û kurdan bînin hemberî hev û qels bixînin.

Îranê zexetên li ser girtiyan zêde kir.  Darvekirina hevalê Bahoz (Hebibullah Gulperipur) helwesta Îranê nîşan da.”

Rênas diyar kir ku guherîna polîtîkaya li hemberî kurdan, bi polîtîkaya derve ya Îranê re wekhev dimeşe û got: “Di serî de Rûsya û hêzên navnetewî têkiliyên xwe yên bi Îranê re zêde kir. Têkiliyên bi DYA’yê re berbi başiyê ve diçe.  Bi Tirkiyeyê re jî bi pirsgirêka Sûriyeyê re têkiliyê pozîtîf û negatîf zêde bû.

Dîsa li Bakur KCK’ê agirbest îlan kir. Ligel vê helwesta Îranê ya li dijî kurdan guherî. Tehran bo agirbest xera bibe, ket nava hewldanan. Îranê xwest hinek pevçûnan têkiliya wê bi me re deyne. Mînak  tu eleqeya me bi pevçûnên Bane tunebû.”

RUMETA GELÊ KURD TEMSÎL KIRIN

Rênas da zanîn ku bi aktîfbûna kurdan re û bi taybet geşedanên li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê,  çavê hinek hêzan tirsandiye û wiha got: “Welatên herêmê ji zindîbûna kurdan ditirsin. Bi taybet hevalên me yên li girtîgehên Îranê ne hestiyariyek bilind ava kirine. Dewleta Îranê hestiyariya hevalên me yên zindanan û yê gel ferq kiribû û her tim êrîş dikir.

Şehadeta hevalê me Zahab (Riza Îsmaîlî Mamed) û Bahoz (Hebîbullah Gulperîpur) hat jiyîn.  Agahiya me ji van hevalên me tunebû. Di şertên herî zor û zehmet de têkoşîn dan. Ev serbilindiyeke. Ev sekn, sekneke bi rumet bû.  Îşkenceyên hovane li wan hatin kirin. Armanc ew bû ku di şexê wan de gelê kurd teslîm bigirin, tune bikin. Dewleta îranê di seranserê dîroka xwe de hewl da  gelê kurd teslîm bigire.

Banga poşmaniyê li wan hat kirin. Ger bigotana em poşmanin, dê ji darvekirinê dest berdana.  Îran ji bo hevalên me teslîm bigire, serî li vê da.  Lê hevalên me xwedî hişmendî bûn. Bi qehremaniyeke mezin meşiyan.

HER KES DIXWAZE KURD JI POLÎTÎKAYA WAN RE XIZMETÊ BIKE

Evîndar Rênas destnîşan kir ku ligel hemû tahrîk û teşwîqan  gelê kurd bi gelê herêmê re neketiye pevçûnan û wiha got: “Îranê prensîbên xwe yên îdeolojîk li aliyekê hişt û têkiliyên xwe yên bi DYA û Israîlê re zêde kir, êrîşên li ser kurdan jî zêde kir. Polîtîkayên dawî yên Ruhanî, di mijara darvekirinan de fikaran zêde dike.  Îran ji prensîbên xwe yên ku 30 sale diparêze, dur tevdigere. Mînak ligel têkiliya bi DYA’yê re, bi Israîlê re di nava têkilî û hevkariyê de ye. Ji bo ji ambargo û cezayên navnetewî yên li ser wan rizgar bibin, dikevin nava helwestên nebaş.

Ligel vê ji kurdan jî bi fikarin. Lê gelê kurd her tim di nava sekneke bi prensîb de cih girt. Ligel hemû tahrîk û teşwîqan, gelê kurd bi gelê Îranê re neket pevçûnan. Bê guman bi serhildanên li herêmên Ereb, gelê kurd bi îradeya xwe ya azad û serbixwe, rêya sêmeyîn şopandiye.

Li dijî van geşedanên polîtîk, îradeya xwe esas girt. Hem hêzên navnetweî û hem jî welatên herêmê ji polîtîka, prestîj û pratîka wan ya bilindbûn û hişmendiya netewî a kurdan ditirsin.  Ji kurdan nerehet dibin. Mînak li Sûriyê kurd nehat lîstikan û polîtîkayên serbixwe xist jiyanê.  Her kes dixwaze kurdan ji bo xwe bikarbîne. Lê kurdan ev nekir. Ev jî bo wan dibe astegn.  Li Îranê jî ji hêza kurdan ditirsin. Bi darvekriin û zextan dixwazin kurdan bitirsînin.

PJAK DÊ DI POZÎSYONA PARASTINA REWA DE BE

Rênas di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ligel van hewldanên negatîf yên Îranê, wan diyaloga erênî nîşan dane û pozîsyona xwe ya parastina rewa neguhertine. Rênas wiha pê de çû: “Em Îranê ji nêzve dişopînin. Me xwest em pêvajoya agirbestê biguhertin, pêvajoya aştiyê. Lê Tehranê ev qebûl nekir. Em vê wekê ku Îran ne bihêze, dinirxînin. Ger bi hêz bana dê pirsgirêk bi riyên demokratîk çareser bikira.

Lê hêzên navnetewî dixwazin di navbera kurd û Îranê de pevçûn bê jiyîn. Hem dixwazin kurd û hem jî dixwazin Îran qels bikeve.  Îran bi van pêkanînan tê lîstikê.  Di demên dawî de zextên li ser kurdan Beluciyan û ereban fikaran zêde dike. Em van darvekirinan,wek hewldanan komkujiyê ya li hemberî gelan dibîni.

Ger Îran geşedanên herêmî baş tahlîl neke û fêm neke dê zirarek mezin bide wan.  Dê ew jî bibe qurbanê polîtîkayên şaş.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi darvekirin û êrîşan re rû bi rûye. Di vê pêvajoyê de PJAK dê pozîsyona xwe ya parastina rewa biparêze. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di bin înkar û êrîşan de ye.  Hêzên me li çiyan di pozîsyona parastina rewa de ne. Em nêzîkatiya Îranê ji nêzve dişopînin. Darvekirina hevalê Bahoz, hestiyariya me zêdekiriye. Hinek bersivên me çêbûn. Didomin.  Em dê xebatên xwe yên siyasî, dîplomatîk û parastina rewa bilind bikin.”