Elmanya û Swêdê kontrolên sînor 3 mehên din dirêj kirin

Elmanya û Swêdê hatina penaberan wek hincet nîşan dan û ragihandin ku kontrolên sînor 3 mehên din dirêj dikin.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere got ji bo kontrolên sînorê bi Awûstûrya re 3 mehên din dewam bike ferman daye. De Maîzîere parast ku ev ji bo ‘ewlehiyek’ hê zêdetir pêwîst e.

Sala bihurî piştî Elmanyayê Swêdê jî dabû xuyakirin ku hikûmetê kontrolên sînor 3 mehên din dirêj kiriye. Wezîrê Karên Hundir Anders Ygeman got kontrolên şidandî ji ber ‘fikarên ewlehiyê’ hatiye dirêjkirin.

Dihat pêşdîtin ku kontrolên sînoran ên ji Îlona 2015’an ve ketibû meriyetê 3 mehan dom bikin. Lê ji wê demê heta niha, gelek welatên Ewropaya Rojhilat û Navîn sînorên xwe girtin, li Rojava û Bakurê Ewropayê jî welatan tevdîrên ewlehiyê di asta jor de girtibûn dest.

Tê payin ku biryara dirêjkirina kontrola sînor ji hêla Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bê qebûlkirin.