Di nûçeya kovara Der Spîegel a ku hefteya bihurî weşand û îro jî dubare kir, hatibû îdîakirin ku hikûmeta AKP’ê wê bihêle endamên Meclîsa Federal leşkerên Elman ên li Balafirgeha Încîrlîkê ziyaret bike, beramberî vê jî wê ‘mesafeyekê bi pêşnûmeyê re deynin.’ Di nûçeyê de hatibû gotin wê Berdevkê Hikûmetê Steffen Seîbert bi civînek çapemeniyê peyamek wisa bide Tirkiyeyê.
Li ser îdîaya kovarê, Berdevkê Hikûmeta Koalîsyonê a bi serokatiya Angela Merkel, Steffen Seîbert daxuyanî da. Seîbert got ev ‘danîna mesafeyê’ ya bi pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan ‘ne rast e’, got ‘ti derbasdariya hiqûqî’ ya pêşnûmeya Meclîsa Federal nîne.
Pir balkêş e ku ev derewandina Seîbert, wek helwest cardin nêzî îdîaya Spîegel e. Seîbert got îfadeya ku dibêje ev pêşnûme ji milê hiqûqî ti derbasdariya xwe nîne jî ji destpêkê ve di malpera Meclîsa Federal de cih digire.
WEZARETA KARÊN DERVE NEXWESTIYA HELWESTEKÊ DEYNE
Li gor îdîaya Der Spîegelê, li beramberî şantajên hikûmeta AKP’ê û Erdogan ên ji ser qedexeya Încîrlîkê û Hevpeymana Penaberan, hatiye xwestin ku Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steinmeier daxuyaniyê bide, lê Steînmeîer xwe li vê nedaye.
Piştî îdîayê, di daxuyaniyê de ku ji hêla Berdevkê Wezaretê Martîn Schafer hate kirin, hate destnîşankirin ku dixwaze ‘têkîliyên bi Tirkiyeyê re sererast bikin.’
Lê, her çiqasî Schafer û Wezîr Steînmeîer dibêjin li pey biryara Meclîsa Federal in jî, dubare kirin ku ti derbasdariya hiqûqî ya pêşnûmeyê nîne.