Êlihî li dijî dizî û hişbirê meşiyan
Êlihî li dijî dizî û hişbirê meşiyan
Êlihî li dijî dizî û hişbirê meşiyan
Welatiyên taxa Petrolkenta Êlihê, li hember tiryakê, diziyê û komên çete bi dirûşma “Ji bo civakek paqij û taxek paqij bila dawî li komên hişbir û dizan were” meş li darxistin.
Welatiyên taxa Petrolkenta Êlihê, di demê dawî de ji ber madeyên hişbir, tiryak, dizî û komên çete zêde bûne bi dirûşma “Ji bo civakek paqij û taxek paqij bila dawî li komên çete yên hişbir û dizan were” meş li darxist. Welati li ber Keyatiya taxa Petrolkentê kom bûn û meş li darxist. Di meşê de pankarta “Ji bo civakek paqij û taxek paqij bila dawî li komên çete yên hişbir û dizan were” û dowîzên “Bê tirsa dizan em dixwazin rekevin”, “Em ji bo zarokên xwe taxek paqij dixwazin”, “Em li taxa xwe esrarê naxwazin” û “Em li taxa xwe çeteyên dizan naxwazin” hatin hildan. Meşê di nav kûçeyên taxê de dewam kir û polîsan xwest meşa welatiyên taxê asteng bike. Li gel hewldana astengkirinê welatî heta ber avahiya şaredariya Êlihê meşiyan.
Li Hewşa Çayê ya Şaredariya Êlihê li ser navê welatiyên taxê welatiyê bi navê Bayram Demîr daxuyanî da çapemeniyê. Demîr, diyar kir ku ev nêzî salekî ye li taxa wan dizî, esrar û maddeyên hişbir firotina wan zêde bûye û komên çete terorê didin meşandin. Demîr, anî ziman ku ew welatiyê taxê naxwazin li hember van komên çete werin hember hev û wiha got: “Em gelê taxê me xwest em li hev bicivin û ji van bûyeran bêjin bes e. Ji bo ku li taxa me komên çete û dizan bi dawî bibin me daxwazname kom kirin. Em ê van daxwaznameyan bidin walîtiya Êlihê. Em ji destê van komên çete nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê û derve. Ev komên çete madeyên hişbir difiroşin zarokên me yên temenê wan di navbera 10-12’an de diguhere. Keçên me û dayikên me nikarin ji destê van komên çete derkevin kuçeyan û derve.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê welatiyên taxê 3 caran daxwaznameyên komkirinê birin teslîmî Walîtiya Êlihê kirin.