El- Hadî: Komên çete malên me wêran kirin
El- Hadî: Komên çete malên me wêran kirin
El- Hadî: Komên çete malên me wêran kirin
Komên çete yên DAIŞ/Eniya El Nusra/Lîwa Tewhîd ku ji destpêka meha Tîrmehê ve êrîşî herêma Çilaxa dikirin, piştÎ ji herêmê hatin derxistin, her roj kiryareke wan a nû derdikeve holê. Ev koman herî zêde gund û malên eşîra Şemeran talan û xera kirin. Komên çete di 21'ê tîrmehê de ketibûn mezraya şêxê Êla Şemera Newaf Elî Fezei El-Hadî û mezra wî bi temamî wêrankirin.
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Eniya El Nusra ku ji destpêka Tîrmehê ve êrîşî herêma Çilaxa kirin, piştî YPG’ê ev kom ji herêmê derxist, kiryareke wan a nû derket holê. Ev koman herî zêde gund û malên eşîra Şemeran talan û xera kirin. Piştî ku hêzên YPG'ê bajarokê Til Koçer û gundên herêma Çilaxa ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin, kiryarê wan koman ên dijî mirovahiyê hinek dijî aşkera dibe. Komên çete mezreya Şêxê Êla Şemera Newaf Elî Fezei El-Hadî dizîne û piştre wêran kirine. Komên çete hemû tiştên di depoyên mezreya Şêx Newaf ku 2 kîlometrî dûrî gundê Girhok ê Çilaxa de ye dizîne û piştre mezre bi tangan topbaran kirine. Şêxê eşîra Şemera Newaf Elî Fezei El-Hadî ji ANHA'yê re axivî û da zanîn komên çete nîvro êrîşî mezreya wî kirinbûn, hemû tiştên wî dizîne, piştre mezra wêrankirin û bi erdê re kirin yek.
Şêx Newaf, destnîşan kir komên çete bi armanca diziya xêr û bêra welat hatine herêmê û ji kiryarên wan ev rastî dixuye û got: “Di bin navê Îslamê serê mirovan jêdikin û mirovan dikujin. Tu têkiliyan wan komên çetaya bi Îslamê re tineye. Çeteyan malên me wêran kirin.”
Şêx Newaf, piştgiriya xwe bi hêzên YPG'ê re nîşan da û ev tişt anî ziman: "Ez sersaxiyê ji şehîdên YPG'ê yên ku li dijî komên çete şer kirin û welatê me rizgarkirin dixwazim."