DYA û Rûsyayê li ser agirbesta li Sûriyeyê li hev nekirin

DYA û Rûsya, ku demeke li ser agirbesta li Sûriyeyê hevdîtinan dikin, li hev nekirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergeî Ryabkov duh dabû xuyakirin, ku kêm ma ye Rûsya û DYA di mijara agirbesta li Sûriyeyê de li hev bikin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û hempîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov di dema civîna bilind a G-20 a li Çînê de li hev rûniştin û ji bo pêkhatina agirbestek li Sûriyeyê, hevdîtin kirin.

Reutersê ragihand, ku li gorî agahiyên ji payebilindekî Wezareta Karên Derve ya DYA hatine wergirtin, ji vê hevdîtinê ti encam derneketiye.

Rayedar diyar kir, ku her du alî xwedî nêrînên cuda ne, lê eşkere nekir ku çi bûye sedem ku li ser agirbestê li hev nekin.

Tê payîn, her du alî wê di 18'ê Îlonê de li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî li hev bicivin.