DYA şîrketên wê pira navbera Qirim-Rûsyayê çêbikin, xist nava lîsteya reş

Piştî ku di sala 2014'an de Rûsyayê nîvgirava Qirimê tevlî nava axa xwe kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hin danekirin li ser Rûsyayê ferz kir. Niha jî hin danekirinên nû hatin ferzkirin.

Wezareta Maliyeyê ya DYA, şîrket û kesên tevlî karê çêkirina 'Pira Pûtîn' a navbera Qirim û Rûsyayê bibin, xist lîsteya reş.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin, ji bo çêkirina pirsa li Geliyê Kertchê 7 şîrket wê bixebitin û ev 7 şîrket li lîsteya danekirinan hatine bicihkirin. Tê gotin, ev şîrket wê pira li vî gelî ku weke 'Pira Pûtîn' di medyayê de tê bilêvkirin, çêbikin û tevlî projeya rêyên hesinî û bejahî yên li ser vê pirê bûne.

Piştî ku di dawiya sala 2013'an de li Ûkraynayê şerê navxweyî destpê kir, hat îdîakirin ku Rûsyayê destek daye komên çekdar ên li Rojhilatê Ûkrayayê û li ser vê yekê DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) biryara danekirinan eşkere kibiûn. Piştî ku di Adara 2014'an de Rûsya ket nava nîvgirava Qirimê, ev danekirin hatin ragihandin. Tevî gelek siyasetmedar, karsaz û kargehan, gelek baskên şîrketa Gazpromê jî li vê lîsteyê hatibûn bicihkirin.

Di nava kesên danekirin li ser wan hatine ferzkirin de 11 rêveberên li Qirimê jî hene.

Der barê danekirinên nû yên DYA de, hê ji Rûsyayê daxuyaniyeke zelal nehatiye kirin.