Du ji sê Fransiyan ji siberojê 'bêhêvî' ne

Li Fransayê ku rewşa neyînî ya aboriyê û pirsgirêkên bêkariyê lê dewam dikin, di nava salekê de bi sedan kes ji ber êrîşên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî lêkolînan, gelê Fransayê ji siberojê bêhêvî ye.

Şîrketa lêkolîna li nava raya giştî Ifopê ji bo rojnameya Quest France re anketek amade kir. Li gorî anketê, moralê gelê Fransayê gelekî nebaş e. Dîsa li gorî anketê, rêjeya mirovên bi 'hêvî' li siberoja xwe û ya nifşên nû dinêre ji sedî 33 ye. Bi tenê ji sedî 2 ê gel ji siberojê gelekî 'bi hêvî' ye.

Di anketê de rêjeya mirovên di mijara siberojê de dibêje 'pesîmîst' im, li gorî meha Çileyê 9 pûanên din zêde kir û gihîşt ji sedî 67'an.

Li gorî anketê, baweriya bi Serokkomar Françoîs Holldane û desthilatdariya Partiya Sosyalîst (PS) gelekî kêm e. Hejmara sempatîzanen PS'ê daket yek ji sê parçeyan. Ji sedî 58 ê sempatîzanên PS'ê ji polîtîkaya hikûmetê ya li ser bêkariyê bawer nake. Her wiha bêbaweriya li polîtîkayên bacê jî ji edî 64 e.