Doza 'KCK'ê ya Stenbolê bi parastinan berdewam dike
Doza 'KCK'ê ya Stenbolê bi parastinan berdewam dike
Doza 'KCK'ê ya Stenbolê bi parastinan berdewam dike
4. kombûna 8. rûniştina doza KCK'ê ya li Stenbolê bi parastinan berdewam dike. Di rûniştinê de Rêveberê BDP'ê yê berê yê Stenbolê Salîh Delî xwest ku li ser pêvajoya çareseriya demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin raweste, lê parastina wî hat astengkirin.
4. kombûna 8. rûniştina doza KCK'ê ya Stenbolê ku 91 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir. Di rûniştina ku li Kampusa Sîlîvrî hat dîtin de 77 girtî, 1 serbest bi tevahî 78 siyasetmedar amade bûn. Di rûniştina îro de delîlên der barê Rêveberê BDP'ê yê Stenbolê yê berê Salîh Delî de hatin xwendin. Di rûniştinê de Delî xwest parastinê bike û li ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin bi axive. Lê Serokê Heyeta Dadgehê Alî Alçik destûr neda ku bi vî rengî parastinê bike.
Rûniştin bi parastinan didome.