Doza esasî ya 'KCK' a Stenbolê dewam dike
Doza esasî ya 'KCK' a Stenbolê dewam dike
Doza esasî ya 'KCK' a Stenbolê dewam dike
Serokê berê yê Gazîosmanpaşa ya BDP'ê Arîf Yilmaz ê ji Doza Esasî "KCK"ê Stenbolê tê dadgehkirin, ji ber di dosyaya wî de pirtûkek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek pirtûkeke "hatiye bidestxistin" û sûc hatiye dîtin got, "Pirtûkên Birêz Ocalan, li Tirkiyeyê ji siyasetmedarê asta jor heta yê asta jêr ji aliyê her kesî ve tên xwendin. Jixwe ev pirtûk ne li Qendîl li Îmrali hatine nivîsandin."
Doza Esasî ya "KCK"ê ya Stenbolê li 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi parastina Serokê berê yê Gazîosmanpaşa ya BDP'ê Arîf Yilmaz dewam dike. Yilmaz di parastina xwe de anî ziman ku di qada legal de xebat bi rê ve birine û bi sûcên neberbiçav tê sûcdarkirin. Yilmaz got ku ne endamê KCK'ê ye û axaftina xwe wiha domand, "Di gilînameyê de ti delîleleke berbiçav a bi endamtiya KCK'ê re bême sûcdarkirin nîn e. Tevayî delîlên ku dozger wek sûc nîşan dide xebatên qanûnî yên BDP'ê ne. Dewlet jî vê dizane." Yilmaz têkildarî qeydên telefonan jî got, "Di gilînameyê de 36 qeydên hevdîtinên min ên telefonan wek sûc hatine nîşandan. Lê belê qeydeke ku wek sûc bê nîşandan jî nîn e."
Yilmaz têkîldarî CD'yên Newrozê yên wek sûc hatine nîşandan jî anî ziman ku her kes bi hêsanî dikare wan CD'yan bi dest bixe. Dîsa ji ber di dosyaya wî de pirtûkek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek pirtûkeke "hatiye bidestxistin" û sûc hatiye dîtin got, "Pirtûkên Birêz Ocalan, li Tirkiyeyê ji siyasetmedarê asta jor heta yê asta jêr ji aliyê her kesî ve tên xwendin. Jixwe ev pirtûk ne li Qendîl li Îmrali hatine nivîsandin."
Heyeta dadgehê navbera nîvro da rûniştina dozê. Piştî nîvro wê doz bi parastina siyasetmedarên Kurd berdewam bike.