Dostên 'nerm' ên Tirkiyeyê, çeteyên îşkencekar in

Rojnavanekî Îngilîz da xuyakirin, ku 'mûxalîfên' xwe ji Tirkiyeyê xwedî dikin û di meha Tebaxê de bajarokê El Raî (Çobanbey) dagir kirine, ew çeteyên îşkence li wî kirine û ew birîndar kirine.

Rojnavanekî Îngilîz da xuyakirin, ku 'mûxalîfên' xwe ji Tirkiyeyê xwedî dikin û di meha Tebaxê de bajarokê El Raî (Çobanbey) dagir kirine, ew çeteyên îşkence li wî kirine û ew birîndar kirine.

Nûçegihanê The Tîmes Antohony Loyd, di sala 2014'an de dema şere navxweyî yê li Sûriyeyê dişopand hat revandin û piştre hat berdan. Loyd dema li dîmenê komên DYA destekê didin wan temaşe kir, çeteyekî îşkence lê kir û gule berda çoka wî, nas kir. Loyd di nivîsa xwe de cih da vê yekê. Loyd da xuyakirin, ku hingî destên wî girêdayî bû û tevî ku gelekî nêz jî bû, vî çeteyî gule berdaye çoka wî. Loyd diyar kir, ev çeteyê di dîmenê çeteyên li bajarokê El Raî tê dîtin de Hakîm Ebû Cemal e, ku Tirkiye van çeteyan weke 'mûxalîf' nîşan dide.

Anthony Loyd anî ziman, ev çeteyê ji koma piştgiriyê ji Tirkiyeyê digire, dema ew dîl girt û gule berda wî, ew weke 'ajanê CIA' sûcdar dikir û got, "Xuya ye niha ew bi wan re (CIA) dixebitin."

Hakîm Ebû Cemal ê Antohony Loyd qala wî dike, di nava koma piştgiriyê ji Tirkiyeyê digire de cih digire ku piştî wergirtina bajarokê El Raî kêfxweşiya xwe nîşan dida.

Li gorî rojnamevan Loyd, ev çeteyê gule berda wî û îro di nava komên piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin de cih digire, pêwendiya xwe bi rêxistina îstîxbaratê ya Tirk re heye. Loyd ragihand, dosya vî çeteyî di ber destê MÎT'ê û MI6 a Îngilîz de ye.

Nûçegihanê The Tîmes da xuyakirin, ku du birayên çeteyê bi navê Hakîm Ebû Cemal di nava çeteyên El Nûsra de cih digirin, wî gelek sûcên şer ên vî çeteyî di rojnameya New York Tîmesê de bi belgeyan nîşan daye. Loyd her wiha ragihand, koma çete ya bi navê El Fewc el Evvel (Alaya Yekemîn) a Cemal endamê wê ye, ji DYA jî çekan digire.