DOKH: Em ê têkoşînê pêş bixin
DOKH: Em ê têkoşînê pêş bixin
DOKH: Em ê têkoşînê pêş bixin
DOKH’ê bang li gelê Wanê kir da ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinan têkoşînê pêş bixin.
Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) têkildarî 25’ê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li hember jinê li Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Bostanîçî daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Beriya daxuyaniya çapemeniyê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Aktîvîsta DOKH’ê Baybun Ozturk ku daxuyanî da got, “Jinên rêxistinkirî û yên ne rêxistinkirî li her cihê cîhanê derdikevin kolanan.”
Ozturk, anî ziman ku ji bo cinayetên li hember jinan bi dawî bibin, çalakî li dar xistine û got, “Di şexsê jinên Kurd de berxwedana herî mezin a di dîroka mirovatiyê de tê zanîn ku li Kobanê pêş dikeve, Arîn Mîrxan, Jiyan Rojhilat, Gulan Batman, Kader Ortakaya, Destîna Hewlêr, Viyan Amara û gelek rêhevalên me yên bûn sembola sekna jina azad rastiyeke ku ev têkoşîn tacîdar kirine.”
Ozturk axaftina xwe wiha domand, “Di pêvajoyeke ku ev rastî li holê ne em wek pêkhateyên DOKH’ê diyar dikin ku di têkoşîna azadiyê de, di çeperên xwe de em ê têkoşînê pêş bixin û avakirina civaka exlaqî û polîtîk bi awayekî herî radîkal pêş bixin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona têkildarî axaftinên Rêberê Gelê Kurd ên der barê cihê jinê yê di nav têkoşîna azadiyê de hat temaşekirin.


