'Divê ji bo vegera gundan aştiya mayinde pêk were'
'Divê ji bo vegera gundan aştiya mayinde pêk were'
'Divê ji bo vegera gundan aştiya mayinde pêk were'
Konferansa Vegera Gunda ku duh di bin baneyê KCD'ê de dest pê kiribû piştî niqaşên berfireh û biryarên girîng bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku ji bo vegera gundan lazime aştiyek mayinde û şertên vegera guhdan bê avakirin.
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Xebata Xizaniyê ya Ked û Koçberê ya KCD'ê konferansa "Vegera Gundan û Koçberiya Zorê ya ji Warê xwe" li salona Konferansê ya Cegerxwînê ya Amedê pêk hat bi dawî bû. Di konferansa ku 2 rojan niqaş hat meşandin de biryarên girîng hatin girtin. Encamnameya konferansê Serokê GOÇ-DER'ê yê Amedê Vecdî Aydogan bi raya giştî re parve kir. Aydogan, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de berî her tiştî li ser vegera gundan rawestiya bû û ev yek wekî gavek stratejîk dîtibû. Aydogdu, destnîşan kir ku ji bo pirsgirek çarser bibe divê berî her tiştî aştiyek mayinde pêk bê û şert û mercên vegera guhdan bê avakirin. Aydogdu, da zanîn ku ji bo muzakere dest pê bikin divê mafê gelên meşdûr bên dayîn.
Aydogan, encamname xwend û xalên derketin pêş wiha rêz kir:
"* Ji bo kesên pêkanîna koçberiya zorê da, biryar pêk anî û xist meriyetê bên darizandin û der arê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ji bo ev rastiya derkeve holê divê Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin.
* Ji bo mexdûriyeta welatiyên koçber li cihê ku koçî wir kirine pirsgirêkên wan ên aborî, çandî, çivakî û derûnî bên çareserkirin divê bi tevlêbûna mexdûran komîsyon bên avakirin û plana çareseriyê bê avakirin.
* Divê şert û mercên vegerê bên avakirin. Divê berî her tiştî pergala cerdevaniyê bê rakirin û Cerdevanên tev li sûcan bûne bi rastiya rabirdûya xwe re bên rûqalî hev. Divê hemû axa welatiyan ku ji aliyê cerdevanan ve hatiye desteserkirin dîsa paşve bê dayîn.
* Divê navê zagona "Xala 5233'an a Zagona Pêşwazîkirina ku ji ber Têkoşîna bi Terorê re de Zerar û ziyanên pêk hatine" bê guhertin. Divê hemû şert û merc di ber çavan re bên derbaskirin û li gorî rastî û edaletê navê wê bê rastkirin.
* Divê mayinên ji ber şer li ser erdnîgariyê hatine bicihkirin û çandin, li gorî peymana Ottawa hemû bên paqijkirin. Divê ev ax ji bo çandiniyê û çotkariyê li welatiyan bê belavkirin. Divê ji bo pêşketina aborî, civaki, çandî, tenduristî û perwerdehiyê şert û merc bên avakirin. Dive Plana Çalakiya Kartegana a qedexekirina mayinan a qedexekirina mayinan di çarçoveya 2'emîn Çavderbaskirinê de li gorî biryarên hatin girtin 'Palan Çalakiya Neteweyî" ji nûve bên avakirin.
* Divê zeviyên hatin paqijkirin ji bo welatiyên ji ser axa xwe koç kirine bên bikar anîn.
* Divê ji bo çareseriya derûniya zarok û jinên ji ber şerê heyî derûniya wan xera bûye, berî her tiştî mafê wan ê zimanê zikmakî û tenduristiyê bê parastin û hemû astengiyên li pêş mafê wan bên rakirin.
* Divê travmayên civakî û derûniyê yên di encama polîtîkayên şer û koçberiya zorê de, li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê polîtîkayên rehabilitasyonê û navendên derûniyê bên avakirin.
* Divê di pêvajoyên vegerê de berî her tiştî yê herî zêde mexdûr bûne û rola herî sereke dilîzin jin di nava biryarê de xwedî cihekî taybet bin û xwedî biyarê sereke bin. Divê di pêkanîn û biryaran de xwedî nûnertiyek wekhev bin.
* Divê ax û mal ji bo jinan jî xwedî nûnertiyek wekhev û şirîkatiya wekhev bin.
* Divê bendavên bi hinceta ewlehiyê li ser sînor tên avakirin, zeviyên bi mayîn û projeyên HES'ê û kocberiya bi zorê ya di çarçoveya "Veguhestina bajarvaniyê de" bi dawî bibe.
* Divê polîtîkayên sewalkarî û rençberiyê li ser esasên kooperatifvaniyê bên avakirin. Divê qadên nû yên sewalkarî û rençberiyê bên vekirin. Divê di qada sewalkariyê de stargeh û komên sewalan ji nûve bên avakirin û sazkirin. Divê di çarçoveyên rêgezên çandiniya ekolojîk de polîtîka bên pêşxistin.
* Ji bo veger bi awayekî mayinde pêş bikeve divê ji bo jin, zarok û ciwanan qadên civakî bên avakirin.
* Divê heta niha welatiyên ku bi zorê koç kirine dîsa vegerin ser axa xwe û dewlet û kesên din ku axa wan desteser kiriye ji nûve axê bidin xwediyê wê yê esil.
* Divê reforma axê ya demokratîk, atîl, wekhev û azad pêk bê û ev yek êdî pêdiviyek e.
* Divê mexdûrên koçberiya bi zorê yên ku dixwazin li bajar bijîn pirsgirêkên wan bên çareserkirin û ji bo wan polîtîkayên taybet bên amadekirin. Divê ji bo wan jî pirsgirêkên cih, war, tenduristî, perwerdehî û aborî bên pêşwazîkirin. Divê şert û mercên wan ên jiyanê bên paşkirin.
* Divê gund, mezra û warên ku li Kurdistanê bi darê zorê hatin valakirin yek bi yek bên tespîtkirin û divê hemû cih û warên ku hatine valakirin navê wan bên dayîn
* Divê jibo vegera gundan bê hêsankirin, binesaziya gundan û avakirina xanî û malan bê destpêkirin. Divê avakirin li gorî rêgezên ekolojiyê pêk bên. Divê di vî warî de rêveberiyên herêmî bibin xwedî înîsiyatif.
* Divê hemû cih û warên pîroz û baweriyê yên welatiyên li Kurdistanê dijî ji nûve bên sazkirin û bên parastin. Divê cihê îbadetê li ser daxwaz û pêşniyarên baweriyan ji nûve bên avakirin.
* Em li gel welatiyên Rojava yên ji ber şer û bi zorê ji cihê xwe bar kiriye û ji ber çeteyan reviyane û ji axa xwe dûr ketine cih digirin. Em bang li hemû sazî û dezgehan dikin ku ew jî li cem welatiyên koçberên Rojava cih bigirnin û piştgiriyê bidin wan.
* Divê welatiyên li Wargeha Penaberan a Maxmurê karibin ji nûve li axa xwe vegerin û ji bo vê yekê divê zagon bên rastkirin. Şert û merc bên avakirin.
* Ji bo ev hemû polîtîka têkevin meriyetê divê hêsa sereke Gelê Kurdistanê esas bê girtin. Gelê Kurdistanê dê di nava hewldana hemû polîtîkayên alternatif de cih bigire û xebatê bimeşîne.
Li ser van biryaran em bang li hemû Gelê Kurdistanê dikin ku hêzê bidin van polîtîkayan û li axa dayikê û warê xwe vegerin dikin. Em beşdarên konferansê ji bo vegera gundan hêsan bikin û pêş bixin dê xebatên xwe berdewam bikin.