"Divê çapemeniya Tirkiyê êdî 'dîwarê şermê' bibîne"

"Divê çapemeniya Tirkiyê êdî 'dîwarê şermê' bibîne"

Komeleya Rojnamegerên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî xemsariya çapemeniya Tirkiyê ya li pêşberî 'dîwarê şermê' şermezar kir û bang li saziyên çapemeniyê kir, ku exlaq û pîvanên çapemeniyê nekin qurbanên berjewendiyên şîreket desthilatdariyan. Komeleyê darvekirinên li Îranê jî şermezar kir û di dijî vê şerma mirovahiyê banga têkoşînê kir.

Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Azad da xuyakirin ku dîwarê şermê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê dewleta Tirk ve tê lêkirin, dê pirsgirêkên heyî girantir be û lêkirina dîwar şermezar kir.

Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê û xemsariya çapemeniya Tirkiyê a li pêşberî vê rewşê rexne kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em piştgiriya xwe ya ji bo Gokkan tînin ziman û li aliyê din ve jî jinedîtîve hatina wê ya ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve em şermezar dikin. Em bang li kedkarên çapemeniyê dikin û dibêjin ku bi rol û rista pîşeya xwe tevbigerin û vî pîşeyî pîroz nekin qurbanê berjewendiyên şîrket, holdîng û îqtîdaran. Divê neyê jibîrkirin ku pozîsyona me lazim e li cem gel û daxwazên gel be. Em we dawetî bilayiqî bicihanîna karê rojnamegeriyê dikin."

'DARVEKIRINÊN KU ÎRAN DIKE JI BO TEVAHIYA MIROVAHIYÊ ŞERM E'

Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Azad darvekirina siyasetmedarên Kurd û mûxalîfên li Îranê jî bi tundî şermezar kir û got, "Eger di sedsala 21. de mirov hê jî ji ber fikr û ramanên xwe werin bidarvekirin, ev yek şerma hemû mirovahiyê ye. Ji ber ku mirovahî xwe ji vê şermê xilas bike lazim e ku dengê xwe bilind bike. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Azad bang ne li Rejîma Îranê em bang li gelên Îranê dikin û dibêjin ku ji van darvekirinan re bibêjin êdî bes e."