DÎSK: Divê ev dîwarê şermê tavilê bê rakirin

DÎSK: Divê ev dîwarê şermê tavilê bê rakirin

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko xwest daxwazên Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ên li dijî dîwarê şermê bên qebûlkirin û got, "Ev dîwarê şermê yê li dijî gelê Kurd lêkirin, divê tavilê bê rakirin."

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko xwest daxwazên Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê di rojiya mirinê de ye werin qebûlkirin û got, "Ev dîwarê şermê yê li dijî gelê Kurd divê tavilê bê rakirin."

Beko daxuyaniyek nivîskî weşand û bibîr xist ku çalakiya Gokkan dewam dike û got, ""Ev dîwarê ku ne li gorî huqûqa navneteweyî û pîvanên mafên mirovan e, di heman demê de niyeta hikûmetê ya di "pêvajoya aştiyê" de û helwesta li hemberî gelê Kurd nîşan dide.

Beko xwest, tavilê dawî li vê pêkanînê were anîn.